SÊ ÇÎROK- Cemîl Hetmel

Cemîl Hetmel

Ji zimanê Erebî: Ibrahîm Xelîl

 

Cemîl Hetmel (1956-1994) çîroknivîsekî sûrî ye, xwedî xewnin mezin bû, lê reşbext bû ku ew di demeke nexweş de hate cîhanê. Çîrokên wî jîyana wî bi xwe ne: Piçûkanî, xortanî, sîyaset, leşkerguzarî, zindan û dawî xurbet û penaberîû mirineke pêşdem.

 

Cemîl Hetmel
Cemîl Hetmel

 

Zaroka kumspî yê çît

 

 

Li kêleka komeke qûma spî, keçikeke rûxemgîn rawestîyayî. Wî serê xwe ji pencereya basê derxist û hewl da ku pê re bikene, keçik bi xemgînî beşişî.

Hate bîrê ku şeveke payîzî û sar li cem komeke spî wek vê li şarêyeke pehn, bi dengekî hêdî lê girane wî jê re got:

-Ji te hez dikim

Keçik girîya, wî maçek jê revand û ji kêfa dilê xwe dikir bifirîya.

Bi wê bîranînê re, hêsireke gindirî malişt, serî hejand û tilîyên xwe ji pencereyê bi ramûsanekê dirêjî wê kir.

Keçik bi xemgînî beşişî. Wî li saeta camşikestî ya destê xwe paşê li rûyê wê yê xemgîn nêrî, amajeyek dayê ku here lê wê bi ya wî nekir.

Dema ku bas meşîya, lerizînekê goştê laşê wî kuta, keçik digirîya.

-Negirî … tu bi Xwedê kî

Çend carekî ew reca jê kir.

Wan herduyan gellek caran pevçinîye, wî bi hers xeber didan û hers dihate wê jî lê wê xwe kerr dikir. Carcaran keçik digirîya û wî ew dida ber sînga xwe ya lerizî û bi hêminî destê xwe di nav porê wê yê reş û kin re dibir û dianî.

Va ye ew hêdî hêdî jê dûr dikeve, winda dibe, û xemgînî hêdî hêdî xwe berdide hinavê wî yê lerizî.

Serê xwe da ser cama pencereyê û çav li ser rêya qîr û badayî çêrandin.

Hate bîrê cara ku hevalê wî ji bo wî kete qirika cîranan çawa bi êş û şermê hesiya. Hingî, pelik û pirtûkên xwe yên belawela dan hev û bê deng li gel hevalê xwe derket.

-Tu dê bi ku ve herî?

-Cî pirr in.

Ev heye çend hefte, wî mala xwe nedîtiye, mat nema dema bihîst ku zebanîyên asayîşê girtibûn ser. Bav û dêya xwe, xweha xwe ya piçûk û pirtûkên xwe di nav destên wan de anîn bîra xwe.

Ev hefteyeke wî li vê odeya ku bi dilekî şikestî jê hate qewrandin borîbû.

Keçik carcaran dihate vê odeyê, ew lê radibû:

-Ka tu hatî çi?

Wê xwe aciz dikir.

-Qey tu natirsî hinekan dabe pey te

-Metirse, ez wan û bavên wan winda dikim

Wê bi bawerî û kêfeke zarokî bersiva xwe dida, wî jî ew dida ber sînga xwe û hewl dida bikene.

Piştî ku hate qewrandin,, wî nizanî ka bi ku ve here, hevalan rê da ber: “Gerek e tu dûrî bajar bikevî, em ê te bişînin gundekî”

Berî her tiştî, keçik hate bîrê, jê pirsî, wê bi xemgînî gotina xwe got:

-Ew ê çêtir be ku tu ji vir herî.

Va nuha ew di basê de ye, pê re diheje, rojnameyine zer û romana “Rojên zuhayîyê” ku keçikê ji bo wî dizîbû û ser nivîsîbû “Ev rojên me ne jî” li teniştê bûn. Destê xwe li wan rojnameyan peland, paşê dest bi xwendina wê romanê kir heta ku bi serî kir.

Ponijî: Ka xwezî ev gundê ku ez diçimê weke vî gundê ku ev roman behsê dike. Ji xwe re got: Ez ê jî weke lehengê vê romanê rêyê berdim lê (di ber re kenîya) ez ê wek wî xwe nekujim û ez ê binivîsim, ez ê gellek tiştan û nameyan ji wê re bişînim.

Wê soz dabûyê:

-Ez ê her roj wek ku te rojname dikirrîn ji te re bikirrim, û dibe jî ku bême serdana te.

-Ez jî … ez ê kêlîk kêlîk li cem te bim.

Ji nişka ve, dengê “Feyrûz” ê germ kete guhê wî, kela girî kete qirikê, da xwe û bi mêranî mirmirî:

-Gerek e yê şoreşvan ne diltenik be.

Û ew bi xwe kenîye.

Bala wî çû ser qerebalixa ku ji nava basê dihat, sê qîzikên gewr û kej li kêleka motor rûniştî bûn, xwezîya xwe pê anî ku ya kej berê xwe bidêyê da ku rûyê wê bibîne.

-Sed carî min gote te: Dev ji vê adeta xwe ya pîs berde

Wê, çi cara ku çavên wî bi dûv laşên keçikan diketin, ev qîr dida û wî xwe kerr dikir û çavên xwe ji ser wan ranedikir da ku hîn û hîn bêhtir wê aciz bike. Dengê Feyrûz berdewam e û pêlên bêrîkirinê dirijîne.

Ji nişka ve, ji nav kursîyan zarokeke piçûk pekîya. Xwezîya xwe pê anî ku ew zarok were cem wî, ew ê jê re behsa darên rengîn û çivîkên şîn bike.

Wê zarokê kumekî çît ê spî dabû serê xwe û her di nav kursîyên basê de bê hedan diçû û dihat. Ew pê re kenîya paşê dest avête rojnameyan û serê xwe spart pencereyê, dîtina vê zarokê ew dilşad kir.

-Nasnameya te.

Ji nişka ve, destekî ew hejand. Du laşên qerase di ser serê wî re sekinî bûn. Bas rawestîya bû ka ji kengî ve. Di camê re nêrî û tirimpêleke bor ku rûyine bêreng jê xuya dibûn û çekdarek li ber dît.

-Min ranehiştîyê

-ka peya be

Yekî ji wan her du laşên qerase weha got. Rabû û nêrî ku hîn rojnameyên wî li cî ne, wan bi acizî ew daweşandin, pirtûka “Rojên zuhayîyê” ji nav wan kete erdê, lê nêrî û paşê li pencereyê nêrî, rêya qîr a bor li pêş çavên wî bê liv vezilandî bû. Wî li rûyên rêhevalan nêrî û wan jî matmayî lê dinêrîn. Nema deng jê hat lê dengê Feyrûz hîn bi coş stirana xwe digot.

-Heydê peya be

Ew deng careke din a tundtir kete guhê wî. Wî gavek da pêş, çav li wê zaroka piçûk a kumspî yê çît ket. Beşişî û ji basa sekinî peyabû.

 

Şam 1978

 

 

 

 

 

Ne Dema Hişyarîyê ye

 

 

Min berî nuha pê nebihîstibû, û dema ez bi karwanê leşkerên nû re derbasî qişleyê bûm jî min bê guhdarî li nav nerî û qet ji xwe nepirsî ka ev kes kî ye.

Yafteyeke reş bi jora dergeha qişleyê ve daliqandî bû, û li tenişta hin siloganan nivîsî bû: “Qişleya şehîd Nasir Elhatim”.

Ji nav ewqas leşkerên nû, serkirde li min meyzand û ferman da: Here mala “Nuha” xanim û li wir tû yê bizanî karê te yê rojane çi ye. Jixwe min “Nuha” xanim jî nas nedikir.

Serkirde pesnê min da û got:

-Ez karekî xweş û hêsan didime ber te, leşkerguzarîya te dê li mala xanimeke rêzdar be, parastin û xizmetê bike.

Dema ku Nuha xanim kilîta odeya li serbanê mala xwe da dest min, min nizanî ka ez ê çawa ji serban parastinê bikim.

Nuha xanim jinek sihsalî bû, zirav û spehî û bi tena xwe di vê malê de li vê taxa xweş dijî. Carcaran, serkirdeyê min dihate serdana wê, û carinan jî hin efser an karmendên payebilind bi tirimpêlan dihatin, îcar kar ûxizmeta min destpê dikir, gerek bû min ji sibeha ta êvarê tiştmişt biriba û anîba, û gerek bû ez şîyar bimînim heta ku ev mêvan ji derî derkevin û ruhnîya malê vemire. Tenê di wan saetên bendewarîyê de, min ji xwe dipirsî ka çi di nava malê de çêdibe û gelo serkirdeyê min li vir çidike, min ti bersiv nedît, her ez diponijîm, lê geh ji fedyê û geh ji tirsê, min zimanê xwe dadiqurtand.

Nuha xanim pirr nazik û devliken bû, ji lew re pirsên min ên hişk hêdî hêdî ter bûn û bi ba re çûn, nemaze ku wan mêvanan carcaran hinek pere dixistin destê min an berdidan bêrîka min, di destpêkê de min pirr fedî dikir û ew pere vedigerandin, lê serkirdeyê min dikenîya û digot:

-Kuro bigire, ma tû yê cihekî ji vir xweştir li ku bibînî?!

Wek ku min pêşî got, min bi navê “Nasir Elhatim” nebihîstibû, min hizir dikir ku naveke ji kûrahîya dîrokê hatiye û bûye navê qişleya me. Piştî ku ez li serbanê mala Nuha xanim hatime bicihkirin ew nav ji hişê min ket. Lê carekê ku ez li nav buhirkên qişleyê digerîyam dîs ew nav vegerîya, wek birûskekê li çavên min da. Bi dîwarekî tarî ve pênasîna wî hatibû daliqandin, nêzîkbûm û min xwend:

Şehîd Nasir Elhatim

Sala 1950î li malbateke zehmetkêş ji dayîk bûye

Tev li kolêja cengîn bû û wek efserekî tankê derçûye

Şehîd ket di cenga tişrînê ya …

Min nikarî xwendinê timam bikim ji ber ku gerek ez çûbama mala Nuha xanim. Vê sibehê yê nameber nameyeke şandî bo Nuha xanim da dest min û gerek bû ez bilez bigihînime wê.

Dema ku ez bi pelican ve banîdiketim, çavê min bi van gotinan li ser qaba nameyê ket: “ji bo Nuha xanim jinebîya şehîd Nasir Elhatim…”

Ez li ber derîyê odeyê weke pûtekî rawestîyam. Serkirdeyê min di mal de ye û min zanîbû ku heger ez vê saetê li derî bidim ew ê aciz bibe …sibeha zû bû û ne dema hişyarîyê bû.

Şam 22 / 2 / 1983

 

 

 

 

 

 

 

Qehweyeke nîvsar

 

Fincaneke qehweya nîvsar li pêşîya min, min venexwar ji ber ku ez hem ji qehweyê hez nakim û hem perekê min têrê nake ku tiştekî din bixwazim. Li pêş çavên min pirtûkeke vekirî ez pelên wê diqulêpim û çav di ser wan rêzên nivîsî re dibim bê ku tiştekî jê fam bikim.

Ez vê çayxaneyê bi xwe nas nakim, ew ne ya min a hercar e yan jî çayxaneyeke weke wê ji min re nema ji ber ku min hemû adetên xwe piştî çend salekî li vir winda kirin. Pêşî, ez li çayxaneyeke luks rûdiniştim, her êvar ez ê nîrokî hatibama û garsonê devliken ku bazinekî zêr li dest diçirisî dê badeya çayleymûnê danîba ber min.

Ew sala min a yekê bû li vir lê di pey re çûme çayxaneyeke din û yek a dîtir (ma jinikeke din û dîtir jî nebû…?). Nuha, tu çayxaney hercar bo min tune û carinan tu çayxane ji binî ve tune wek ku nuha min tu jinik tune ye.

Min fincan hilda ber devê xwe lê wek ku min tenê dixwest ez wî bihn bikim, min ew vegerande cî. Pirr qerebalix li vir tune, heta bi makîneya qehweyê ya bideng û peşk nîvmirî ye tu deng jê nayê ji ber ku çayxane vala ye … Gelo ji ber demê yan xelk çûne dereke din?

Li gel vê bêdengîyê yan vê nîvbêdengîyê, jineke kej bi jaketekî zivistanî renggeş û çanteyeke kesk li piştê be yê derbas be. Ew ê çante deyne û rûne. Wê gavê, ez ê di dev de bikenim û bi dengekî hêmin jê bipirsim ka tu alîkarî jê re navê, bê guman ew ê bikene û pesend bike.

Va ez wilo dikim. Ez jê dipirsim û ew bersivê nade. Min zanî ku ew bi Fransizîyê nizane. Ji bo min xweş derfet e ku ez mamostatîya xwe di vî zimanê ku jê hez nakim de li pêş wê bê tirs raxim hey ew tênagihêje.

Bi amajeyan min xwest zimanê wê nas bikim, ne Ingilîzî ye tev ku ez bi xwe Ingilîzî nizanim.

-Tu fincaneke qehwe bi min re venaxwî?

Min pirsî û wê fêm kir ku ez ê bîrayê jê re bixwazim. Dem ne dema vexwarina bîrayê ye û bi rastî perekên min têra bîra nedikirin lê tev li wilo jî min şûşeyek jê re xwest.

Ka berê vê li ku ye? Ez nizanim lê bi amajeyan min fam kir ku ew ê sibe sibeha vegere welatê xwe yê sar û ku ew li otêleke erzan bo xewa şevekê digere. Min jê re got ku du ode di mala min a nêzîk de hene û heger bixwaze bila were cem min, wê serî hejand û negot na.

Jixwe li malê odeyeke tenê têra me herduyan kir. Ji nişka ve, tiştmiştên wê li odeya min belav bûn: Jaketê berfê, çantepişta eciqandî ku potikine wê jê dadilehîyan, kenzeke rengîn, pantalonekî teng ku rengê wî li tu rengên kincên wê yên din nedihat û binkincên wê yên tenik wek ku reş bûn.

Min kirasekî xwemalî û tentenekirî lê pêşniyar kir:

-Ev ji welat ji min re hatiye.

Bi rastî dergîsîya min a berê ev kiras li pey xwe hiştibû, ew li ber ket û pirsmirsine kir weke ku li ser welatê min bûn, lê dem nebû ku ez jê re şirove bikim û tu nexşe jî li ber destê min nebû. Tenê kaseteke Feyrûz hebû, min jê re got ku eva han ji welatê min e, lê ew li ber neket.

Wê şûşeya meyê di cî de fam kir. Me dest bi vexwarinê kir û nizanim çawa me xwe li ser textê razanê dît. Meyeke sor weke dêmê wê yan jî weke wî laşê wê yê ku di nav lepên min de hate guvaştin -min bade dabû alîyekî wê kêlîkê-. Wî laşê ronak ji nişka ve tarîtî ji odeyê qewrand, zivistanê xwe qenc kir û li derve ma da ku rê bide me herduyan em agirê xwe li hinder dadin.

Lêvên min pêşî di ser qirika wê ya germ re çûn -nizanim ez çima ji qirikê hez dikim- û piştî ku min ew qirika xwedayî şuşt min berê xwe da pêçan û gogên laşê wê. Em pirr nediaxivîn, tenê pistepistine kurt ku nîvişka gotinan bûn. Me jibîr kir ku em bi du zimanên ne wek hev in, tenê zimanê laş em digihandine hev, zimanê laşê vêketî yan agirê tilîkên min dema ku parsûyên wê dipîvan, paşê wê bi amajeyên serê tilîkan xwest ku ez xwe ramedînim.

Hêdî hêdî, lêvên wê laşê min tevn dikir û agirê min vedimirand, wek ku wê şev dişewitand, ew ne du laşên tevlihev bûn, ew ne zivistan bû. Tevaya gerdûnê bû textekî razanê di odeyeke piçûk de li maleke piçûk, ne çayxane hebû, ne qehweyeke sar, ne pirtûkeke vekirî ku ez tiştekî jê fam nakim. Di pirtûka laşê wê de noq bûm û diviya ku min ew ji serê tilîkan heta bi kanîyên mijankan, ji mûmên enguşteyan heta bi hinarên sîngê, ji Xwedê heta bi lerizîna her du laşan tîp bi tîp xwendibûya.

Tenê em bi ferhenga hevlaşîya xwe axivîn, bi zimanê her du çîmên wê yên ku xwe li gewdeyê min –ê ku ji min werê vemirî bû– rapêçan, bi zimanê qîrînên me yên tûj ku ev demeke li dîwarên vê odeya kerr neketine û bi vî textê razanê ku mir û ranebû.

Em neaxivîn ji ber ku ziman ji sorbûna lêvên wê li ser pela sînga min xurttir nebû, gelo wê birînên neştergêrîyê lê dîtin? Min jê re behs nekir û ne jî min got ka welatê min li ku ye.

Dengê çûkekî ku li cama pencereyê ket, min ew kirasê razanê pêça û devê çanteya wê ya kesk vekir –berî nuha min ji rengên geş hez nedikir– û min ew kiras pêçayî danî ser tiştine qermiçî. Wê çav vekirin û beşişî.

Wê amaje da saeta sdestê xwe. Min nizanî çawa jê re bibêjim ku pêdivîya laş bi demê tune nemaze ku dem bûbû berbang.

Rabû şipya -çawa min lê nenêrî-. Dengê peşkên avê ji serşokê kete guhê min, min xeyala herikîna avê bi laşê wê yê nazik ve kir. “Xwezî tu bimînî…”, min di dilê xwe de got.

Ew şilfîtazî ji serşokê derket, gotinine got û min tenê “Tirên” û “Soz” jê fam kir. Wê odeyeka min da hev, laşê min da hev, û çante avête ser jaketê xwe yê zivistanî û berê xwe da derî. Gavekê bi şûn de vegerîya, laşê min hîn bi tîna textê razanê û agirê wê şuştî bû. Wê ez himbêz kirim, nizanim ez wê çaxê hîn tazî bûm an na, tiştine gotin ji min werê gotinine evînê bûn. Derî vekir û …

Li ser pêlikên darîn ên kevin û girover, wê sibeh bi xwe re bir. Di mal de, ez nizanim çawa textê razanê dîs bû weke qeşayê tev li ku berî kêlîkekê dema em bi hev re bûn min tê de xwêdida. Bêhna miskekê ku ji ber wê mabû kete pozê min. Min navê wê nas nekir -hema min nas kiribûya jî- û min adresa wê nas nekir –ma min ê jê re nivîsîbûya û ka bi çi zimanî?- ka ez ê wê li ku bibînim û çawa …? Min ji xwe dipirsî û çavên min bi germahî li ser fincana qehweya nîvsar a li pêşîya min li ser maseya çayxaneyê, çayxaneya hêmin, a nêzîk, a hercar …

Parîs 27/3/1984

Comments are closed.