GORKOL – Cubran Xelîl Cubran

Ji zimanê Erebî: Evdo Şêxo

 

Di newala sîya jîyanê ya bi hestî û kiloxan nijinandî de, ez bi şev, bi tena xwe,di şeveke ku mijê stêrên wê nixumandibûn û sawê hedarîya wê mijûl kiribû de meşîyam.

Li wir, li ber qeraxên çemê xwîn û rondikan ê ku nola marê belek dixuşîyaû fenanî xewnên tawankaran pêşbazî dikir; ez li wir rawestîyam û min guhdêrîya pistepista reşikên şevê kir û bi ziq li netiştekî nêrî.

Gava ku bû nîvê şevê û karwanên gîyanan ji gomên xwe derketin, min dengê gurmegurma pêyine giran bihîst ku nêzîkî min dibûn. Gava ku min xwe zivirand, min sawêrekî qerase yêsawnak li pêşberî xwe dît. Ez toqîyam û qîrîn bi min ket: “Tu çi ji min dixwazî?”

Bi du çavên ronak ên çirayî li min nêrî û bersiva min bi aramî da: “Ez tu tiştî naxwazim û ez her tiştî dixwazim.”

Min got: “Dev ji min biqere û bi rêya xwe ve biçe!”

Îcar wî bi girnijîn got: “Rêya min rêya te ye. Tu ber bi ku ve biçî, ez diçim;tu li ku rawestî, ez radiwestim.”

Min got: “Ez hatime li tenahîyê digerim. De min bi tenê bihêle û here!”

Wî got: “Ez bi xwe tenahî me, îcar tu çima ji min ditirsî?”

“Ez ji te natirsim.” Min bersiva wî da.

“Heger tu bi rastî natirsî; tu çima fenanî qamîşekê li ber ba dilerizî.”

“Ba bi cilên min dilîze û wan dihejhijîne, belam ez nalerizim.”

Tîqetîq pê ket û dengê wî mîna vîzevîza bahozê bilind bû: “Tu newêrek î; tu ji min ditirsî û tu ditirsî ku tu ji min bitirsî jî. Tirsa te duqat elê tu hewl didî ku tu wê tirsê li paş xapandineke ku ji tevina pîrepindêteniktir e veşêrî, îcar tu hem min dikenînî û hem min hêrs dikî.”

Paşê ew li ser zinarekî rûnişt. Pê re ez jî derî vîna xwe rûniştim û min bi ziq li dirûv û sîmayê wê yê heybetdar nêrî.

Piştî kêlîkeke ku di çavên min de wekî hezar salî bû, wî bi tinazewerî li min nêrî û ji min pirsî: “Navê te çi ye?”

Min got: Navê min Ebdelah e; evdê Xwedê me.

“Koleyên Xwedê pirr in, lêbelê bela û teşqeleyên ku ew ji Xwedê re tînin pirrtir in! Îcar xwezî tu navê serwerê ehrîmanan li xwe bikî û tu bi vê yekê bobelateke nû li ehrîmanan zêde bikî!”

Min got: “Navê min Ebdelah e. Ew navekî giranbiha û xoşewîst e ku bavê min ew di roja jidayîkbûna min de li min kiriyeû ez ê tu carî vî navî bi navekî dî veneguherînim.”

“Jixwe belayên zarokan ji bexş û danên bavan tên û yê ku xwe ji bexş û danên bav û bavpîran bêpar nehêle, ew ê koleyê mirîyan bimîne heta ku ew bi xwe jî bimire.”

Min serê xwe bera ber xwe da û ez bi gotinên wî ponijîm. Min wêneyên xweninan mînanî rastîya wî anîn bîra xwe.Paşê wî dîsa pirsek ji min kir: “Tu çi karê dikî?”

Min got: “Ez helbest û pexşanê dinivîsim û ez nêrînên xwe yên li ser jîyanê di nav xelkê de belav dikim.”

“Ev pîşeyeke kevinar û paşguhmayî ye; ne sûdê digihîne xelkê û ne jî zîyanê li wan dike.”

Min got: “Ma ez dikarim çi di şev û rojên xwe de bikim da ku ez sûdê bigihînim xelkê?”

“Goran bikole;bibe gorkol! Bi vê pîşeyê, tu dê zindîyan ji termên mirîyên ku li dora xanî, dadgeh û perestgehên wan kom bûne rehet bikî.”

Min got: “Min qet tu term û kelaşên kombûyî li dora xanîyan nedîtine!”

“Tu bi çavên aşopê dinêrî, îcar tu dibînî ku xelk li pêşberî bahoza jîyanê dilerizin û tu hizir dikî ku ew zindî ne, belam ew ji çaxê jidayîkbûna xwe ve mirî ne, lê tu kes tunebû ku wan veşêre. Pê re ew wisa li ser axê ramedandî man û bêhna genî ji wan fûrîya.”

Pê re tirsa min hebekî şikest û min got:“Heger -wekî tu dibêjî- ew hemû li pêşberî bahozê dilerizin, ez çawa dikarin zindî û mirîyan ji hev derxînim?”

“Merivê mirî li pêşberî bahozê dilerize lê merivê zindî bi bahozê re dibeze û pê re radiweste.” Wî weha bersiv da.

Paşê wî xwe li ser zendekî xwe palda, îcar masûlkeyên wî yên lihevbadayî yên nola rehên darberûyeke bi hêz û jînê têrtijî, bel bûn. Wî pirsek ji min kir: “Tu bijin î?”

Min got: “Belê. Jina min jineke bedew e û ez pirr jê hez dikim.”

“Dixuye ku guneh, bedkarî û xerabîyên te gellek in? Şûbûn koletîya meriv a seba hêza berdewamîyê ye. Heger tu bixwazî ku tu xwe rizgar bikî; jina xwe berde û bi tena serê xwe bijî.”

Min got: “Sê zarokên min hene, ê mezin hîn bi axê dilîz û yê piçûk hîn tatik e û di axaftina xwe dedianiqe. Ma ez ê çi bi wan bikim?”

“Wan fêrî kolandina goran bike, bêrekê bide destên her yekî ji wan û dest ji wan berde!”

Min got: “Ez nikarim bi tena serê xwe bijîm. Ez fêrî jîyana malbatî bûme; ez fêrî jîyana bi jin û zarokên xwe re bûme. Heger ez dev ji wan biqerim, dê bextewerî û dilşadî jî dev ji min biqere.”

“Jiyana meriva di nav jin û zarokên wî de -di rastîya xwe de- bextreşî û xemdarîyeke tarî yelê tenê ew li paş perdeyeke spî veşartî ye. Heger tu nikarîbî bê jin bijî, ji xwe re keçekê ji keçên cinan bîne!”

Min bi mendehoşî got: “Tu rastîya cinan nîne! Tu çima wilo min dixapînî?”

“Tu çi ciwanekî debeng î; ehmeqê dera hanê! Ji bilî cinan rastîya tu kesî û tutiştî nîne û kesê ku ne ji cinan be, ew ji cîhana guman û nedîyarîyê ye.”

Min got: “Ma qîzên cinan xwînşîrîn û bedew in?”

“Xwînşîrînîyeke wan heye ku tu carî naqede û bedewîyekewan heye ku tu carî naçilmise.”

Min got: “Ka hela yekê ji wan şanî min bike da ku ez ji te bawer bikim!”

“Heger te karîbûya keça cinan bidîtaya û bipelandaya, min ê pêşnîyara şûbûna bi wê re ji te re nikiribûya.”

Min got: “Nexwe sûda jineke ku ne tê dîtin û ne tê pelandin çi ye?”

“Ew sûdeke hêdî û giran e ku dibe sedema vebirîn û dawîlêanîna afirîde û mirîyên ku li beranberî bahozê dihejhijin û bi wê re bi rê ve naçin.”

Wî rûyê xwe kêlîkekê ji hêla min zivirand, paşê dîsa dagerîya û ji mi pirsî: “Tu pêgirê çi olê yî?”

Min got: “Bawerîya min bi Xwedê tê, ez hemû peyamberên wî rûmetdar dikim, ez ji qencî û pakîyê hez dikim û hêvîya min di axretê de heye.”

“Nifşên çûyî ew peyv ji xwe re li hev anîne û paşê ew peyv herikîneser lêvên te. Lê rastîya xwerû ew e ku bawerîya te tenê bi te tê, tu tenê xwe rûmetdar dikî, tu li gor gêwil û dilxwazîyên xwe tev digerî û hêvîya te her dem nemirîya te ye. Ji destpêka jîyanê, meriv her dem xwe perestiye, belam wî, li gor daxwaz û xwezîyên xwe, hin navên cihêreng li xwe kirine; carinan navê Beilli xwe kiriye, carinan navê Bercîsê û carinan jî navê Xweda.”

Di pişt re ew kenîya. Rûyê wî hebekî di bin serrûkekî ji tinazewerî û henekbazîyê vebû û li gotina xwe zêde kir: “Lê çi seyr inew kesên ku xwe diperêsin tev li ku ew bi xwe mirdar û berateyine genî ne!”

Ez kêlîyekê bi gotinên wî ramîyam û min hin wate tê de dîtin ku ji jîyanê seyrtir bûn, ji mirinê sawdartir bûn û ji rastîyê kûrtir bûn. Gava ku ramana min di navbera dirûv û xisletên wî de winda bû û gêwil û dilxwazîyên min ên ji bo nasîna raz û nehênîyên wî berz bûn; min bi qîrîn got: “Heger yezdanekî te hebe, tu bi wî yezdanî bikî, ji min re bibêje bê tu kî yî?”

Wî got: “Ez yezdanê xwe me.”

“Navê te çi ye?”

“Xwedayê dîn.”

“Tu li ku ji dayîk bûyî?”

“Li her deverê.”

“Tu kengî ji dayîk bûyî?”

“Di her dem û heyamê de.”

“Tu ji kê fêrî çakzanîyê bûyî û kî ye ewê ku razên jîyanê û nehênîyên hebûnê ji te re kifş kirin?”

“Ez ne çakzan im, çunku çakzanî xisleteke merivên qels û lawaz e, belam ez dînekî hêzdar im;gava ez dimeşim, erd di bin pêyên min dilive û dema ez radiwestim, komstêr bi min re radiwestin.Ez ji ehrîmanan fêrî tinazekirina bi merivan bûm û piştî ku min hevaltî û hogirîya qiralên cinan û cencîheyên şevê kir, min razên hebûn û nebûnê fêm kirin.”

“Tuli van newalên zaxorî û li van kendalan çi dikîû tu çawa şev û rojên xwe derbas dikî?”

“Sibehê, ez çêran li rojê dikim; nîvrojê, ez lanetê li merivan tînim; êvarê, ez tinazeyên xwe bi xwezayê dikim û şevê, ez li beranberî xwe kirnoş dikim û ez xwe diperêsim.”

“Tu çi dixwî û vedixwî û tu li kuradizî?”

“Ez û dem û deryayê, em ranazin, belam em laşên merivan dixwin, em xwîna wan vedixwin û em bêhnefişka wan ji xwe re dikin şîranî.”

Paşê, rabû ser xwe. Her du zendên xwe li ser sînga xwe badan. Bi ziq li nava çavên min nêrî û bi dengekî kûr û hêdî ji min re got: “Bi xatirê te! Ez ê herim cîyê kombûna dêw û cencîheyan.”

Min gazî wî kir: “Ka hela xulekekê ji dema xwe ji min re veqetîne da ku ez pirseke dawîn ji te bikim.”

Nîvê bejna wî di nava mijê de berze bûbû û pê re bersiva min da: “Xwedayên dîn dema xwe ji tu kesî re venaqetînin. De bi xatirê te!” Di pişt re ew li paş perdeyên tarîtîyê ji ber çavên min winda bû û wî ez bi tenê hiştim; tirsiyayî, eletewş û şaşmayîyê wî û xwe.

Gava ku min pêyên xwe ji wî cîyî livandin, min dengekî pêlpêlkî ji nava wan zinarên berz bihîst: “Bi Xatirê te! Bi xatirê te!”

Roja dî, min jina xwe berdaû min keçek ji keçên cinan ji xwe re anî. Paşê min bêrek û merek da destên her zarokekî ji zarokên xwe û min ev yek ji wan re got: “Herin û her ku we mirîyek dît, wî binax bikin!”

Ji wê demê ve heta niha ez goran dikolim,ez mirîyan binax dikim û vedişêrim, lêbelê mirî pirr in, ez bi tenê me û tu kes destê alîkarîyê dirêjî min nake!

 

 

Peyvname:

 

– Gorkol: Gorvan, gorevan; kesê ku goran dikole.

– Nijinandin:Avakirina bi hostayî, danîna ser hev, li ser hev civandin, li ser hev kom kirin.

– Kilox: Qaf; qafê serî. Qoq.

– Sawnak: Sehmnak, biheybet, sawdar.

– Çirayî: Birqonek, çirûsî; ronak mîna çirayê.

– Cencîhe: Qerase, girnose, telhîn, fît; fîtê mêran.

– Şûbûn: Zewicîn.

– Seyr: Senîmenî, sosret, ecêb; tiştê nedîtî û nebînayî.

– Beil: Navê xwdayekî hin şaristanîtîyên Sûriyeya kevin e.

– Bercîs: Bercis; gerestêrka Jupîterê ye.

– Tatik: Zimanfis, tat; kesê ku di axaftina xwe de dianiqe.

Comments are closed.