Wergerandin ji erebî: Ciwan Nebî
Di bendewarîyê de
Di bendewarîyê de şêtbûnek bi çavdarîya dibêtên gellek min digire:
Dibe tûrikê xwe yê biçûk di tirênê de jibîrkiribe
Winda bûbe navnîşana min û bêrîfon winda bûbe
Dilsar bûbe lewra, gotibe: Para wî ji barana hûr tune ye.
Dibe bi karekî awerte mijûl bûbe,
Yan bi koçberîyeke ber bi başûr de bo serdana rojê,
Telefonî min kiribe, ez sibehê nedîtibim
Ma ne derketibûm gardînîyayê û du şûşe mey bo şeva me bikirrim.
Dibe bi mêrê kevin re li ser bîranînan pevçû be,
Sûnd xwaribe ku mêrekî din nebîne
Gefan bi çêkirina bîranînan bixwe.
Dibe di rê de teksîyekê lêxistibe,
Stêr di kostêra wê de vemirî bin
Û hîna bi ramker û xilmaşîyê derman dibe.
Dibe li neyinikê nihêrî be, berî ku ji xwe derbikeve,
Du hûlîyên ku hevrişîma wê bi pêl dikin pelandibin
Û gotibe: Ma kesek ji pêvî min hêjaye mêbûna min?
Dibe pêrgî evîneke kevin, ku hîna jê azad nebûyî hatibe û bi wî re çû be şîvê.
Û dibe ku miribe,
Ma ne mirin, weke min ji nişka ve hez dike
Û mirin weke min ji bendewarîyê hez nake.
Qehwexaneyek û tu bi rojnameyê re yî
Qehwexaneyek û tu bi rojnameyê re rûniştî yî
Na, ne bitenê yî, nîvê peyala te vala ye, roj nîvê din tijî dike.
Ji paş camê kesên ku bi lez derbas dibin dibînî,
Kesek te nabîne (ji taybetmendîyên nediyarîyê ye ev: Bibînî û neyî dîtin)
Jibîrkiriyo tu çi azad î di qehwexaneyê de!
Kesek şûna kemançeyê li te nabîne, henteşîya te dîq nake, pêwarîya te,
Kesek mijbûna te nabîne ger li keçikekê binihêrî û li pêş wê bişikî
Tu çi azad î di rêvebirîya karê xwe yê taybet de
Vê eçqeya han, bêyî çavdarekî ji te, yan ji xwendevan!
Çi bikî ji xwe bike, solên xwe deyne, yan kurtikê xwe ger bixwazî,
Tu jibîrkirî yî, azad î di nîgaşa xwe de,
Bo navê te karekî girîng li vir tune ye, bo rûyê te, tu yê hebî weke ku hebî,
Ne hevalek li vir çavdarîya bîranînan dike, ne dijminek.
Li mehneyekê bo wê bigere
Ku bitenê li qehwexaneyê hiştî dema te kurtbûna porê wê yê dirêj nedît,
Nedîtin pirpirîkên ku li ser dêmên wê dîlan kirin
Û li mehneyekê bigere bo yê ku rojekê xwest te bikuje,
Ne ji bo tiştekî, bitenê çima tu nemrî dema li stêrekê terpilî
Û stranên pêşî bi xama wê nivîsandin.
Qehwexaneyek û tu bi rojnameyê re rûniştîyî
Li qurçikê jibîrkirî,
Ne kesek hişê te yê zelal têşîne, ne kesek bi kuştina te dirame
Tu çi jibîrkirî yî, çi azad î di nîgaşa xwe de!
Kesê bîyan nas nakim
Kesê bîyan nas nakim
Ne jî camêrîyên wî,
Bitenê min darbestek dît,
Weke yên din li pey meşîyam, situxwar bi rêzgirtinê,
Min sedem nedîtin bo bipirsim: Ev kesê biyan kî ye?
Li ku jîya? Çawa mir?
(Sedemên mirinê pirr in, ji wan êşa jîyanê)
Min ji xwe pirsî: Me dibîne, yan tunebûnekê, dawî dinale?
Min dizanî bû ku darbesta bi benefşan nixumandî venabe
Bo xatir ji me bixwaze, spasîya me bike
Û rastîyê bibêje (Rastî çi ye?)
Dibe ew jî, weke me be, di van katan de sîka xwe ditewîne,
Bi tenê ew vê sibehê negirîyaye,
Nedîtîye mirina ku weke eyloyekî li ser serê me hildifire
(Ma ne zindî birazîyên mirinê ne
û mirî bi rambûn razayî ne, bi rambûn, bi rambûn)
Min sedem nedîtin bipirsim: Ev kesê biyan kî ye, navê wî?
(Ti birûsk di sere wî de naçirisin)
Û yên li paş wî dimeşin bîst kes in ji pêvî min (Ez ji pêvî xwe)
Li pêş derîyê keniştê di dilê xwe de winda bûm: Dibe nivîskar be ew,
Karker be, panaber be, dibe diz be, yan kujer be, wekehev e
Mirî wekehev in li pêş mirinê, napeyivin, dibe xewnan jî nabînin
Û dibe darbesta kesê bîyan darbesta min be,
Lê karekî Xwedayî, ji ber gellek sedeman wê bi paş dixe,
Ji wan şaşîtîyeke mezin di vê helbestê de…
Û ez û ger yê dawî bim
Û ez û ger yê dawî bim
Min têra xwe gotin dîtin…
Her helbestek nîgarek e
Bo hechecîkan ez ê nexşeya buharê nîgar bikim,
Bo kesên li ser qeraxê dimeşin tiliyoyan,
Bo jinan lajewredan.
Wê rê rahêje min,
Ez ê, li ser milê xwe, ta tişt rengê xwe,
Weke xwe vegerîne rahêjim rê,
Ta navê xwe yê resen êdî.
Her helbestek dayikek e,
Ji ewrê re li birayê wê, li cem bîra avê digere:
Kurê min ez ê cîgir bi te dim, avis im ez
Û her helbestek xewnek e
(Min di xewnekê de dît ku xwedî xewn im)
Wê rahêje min, rahjêm wê,
Ta xêza dawî li ser mermera gorê binivîsim:
(Bo hilfirim raketim)
Ez ê rahijim solên Îsa yên zivistanê
Bo ku weke hemî mirovan
Ji jorahîya çîyayan ta golê bimeşe.
Comments are closed.