Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
Palaxa Mêrga Celo dayê li quntara çîyayê Şerefdînê gidî gelo li Zozan e.
Mexelê birê kavir û gidî Hogeçan e.
Hela tu bala xwe bidê ji êvara Xwedê de hokihoka şivan û gidî berxivan e.
Behribehra berx û mîyan e.
Pez didoşe dayîka min a gidî gelo bêrîvan e.
Hela binêrin ji êvara Xwedê de nalîn û kalîna dengê bilûra bilûrvan e.
Li Welatê me Serhedê, li Palaxa Mêrga Celo gidî gelo li Kurdistan e.
* * * * *
Ava kanîya Palaxa Mêrga Celo sar û cemidî ye,
Dayê wekî berf û cemeda welatê me ye.
Dema ku mirov dibê ez jê avekê vexwim,
Mirov nikare tasekê avê li bînekî ca jê wê vexwe.
Ji ber ku sar û cemidîye, tîbûna mirovan dişkîne,
Hênik dike nava dil û hinava,
Mêjûyê mirovan dayê di cemidîne.
* * * * *
Hela tu bala xwe bidê dayê Palaxa Mêrga Celo gidî gelo li çîya ye.
Heyran wele li kêleka zozanê bav û gidî gelo van kala ye.
Gul û sosin û nêrgiz û rîhanê wî li destê qîz û bûkê mala Celo ye.
Xemilandine bejna bûk û zavê, bi bîna gul û sosin û nêrgiz û dayê rîhana ye.
Îsal çend salê min temam bû li welatê xerîb,
Reben ez im dayê wele ew bûye, kul û kedera giran li nava dil û hinava ye.
Comments are closed.