NÎÇIRVANO

Dengbêj Şakiro

Lo lo Nêçîrvano, Segvano bihar e li vî berî ha li vî berî
Evdalo gelo vê sibengê li vî berî ha li vî berî
Segvano, hey malmîrat tu çawa ji Xwedê diwêrî
Tu ji malê sar dibî bozî Çaçanî Kapresî çavreş
bêşlike Romê davêjî milê çepê
Cotê tajîyê kemê resê xezalî davêjî merezê
Gidî gelo tu sêhr bike li qarişî konê mala bavê min rebena Xwedê dajo li vî henberî Segvano
Hey malmîrat tu nizanî vê sibengê ez Xezal im, Xezala Egid im
Gerdena min zer e, çepilyê min dirêj e, porê min kej e
Nava min qendîl e, zenda min bazin e, tilîya min bi gustîl e
Sî û sê gulî ser namilya min bûne çît e
Tu dêna xwe bidê di dêrisê gundê me de bîst û çar eşîr in
Hela bala xwe bidê îro çendê me tamam bû bê bextîya meke
Vê sibengê ser milê xwe yê çepê bizvire ser ucan li gencê xelkê mêze ke
Tu bala xwe bidyê şeva xatirê çav û biryê minê reş û belek
Di dêrisê gundê me de ketine dawê, wê hê bist û çar serî
De lo lo ê lo ê lo lo Nêçîrvano way ez nemînim gidyano lo Segvano

De lê lê lê lê Xezalê
Ez bi heyran gelo sibe bû tu nizanî ez Şemo me hê hê hê ne Şemo me
Hey malmîrat tu bala xwe bidê vê sibengê ez Şemo me
Xwedanê heftsed mîyê serê di çîyê, duyanzdeh keêlê serê tewlê me
Li malê sar dibim ji Bozî Çaçanî Kapresî çavreş
Bêslîkî Romê davêjime milê çepê
Ji jor de tajîyê kemê xezalî davejime merezê
Berê xwe didime bêranê bilind nêçîra van Xezal a
Tu bala xwe bidê di dêrisê gundan de tu sêhr bike
Ji xênî muhuba dilê xwe ne bi aşiqê qîz û bûkê di xelkê me
De ancax bi aşiqê rihma ha di Xwedê me

De lê lê lê lê Xezalê wax ay
Bejn ziravê, çepil dirêjê, por kejê
Nav qendîlê, suret sorê, rû bi xalê
Ezê li Birca Belek runiştîme,
Qasekî were li kêleka min runê, li yalî malê

Lo lo Nêçîrvano lo lo lo lo…
Lo Segvano bihar e malê me danî zozanî jorîn ber beleka
Wê hê hê hê ber beleka
Hey malmîrat te anîye serê pirr û pirr gellekan
Bi malê dinyaliga derewîn bawer me be vê sibengê
Tim û tim caran poşmanîye te yê tê de hebe
Tu bala xwe bidê vê sibengê ez ê tu nifirê li te nakim
Belkî hêvî gumana min heye ji xaliqê alemê rebê jorîn,
mîrê ji mîra, ji şêxê melekan
Tu sêhr bikê vê sibengê malxirabo, tu bala xwe bidê belkî vê sibengê
Tu qir bikî hefsed mîyê serê di çîyê de, danzdeh kihêlê serê tewlê
Di darê biharê re bi hasilê dewê heft çêlekan
De lo lo lo loy Segvano wêy axa
Lawiko serê min bi heyran canê min bi qurbano.

Comments are closed.