Kakil 10 – “Musteqbelê Zaroka” – Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan

Ji 6 salan û bi şûn de, raveka “musteqbelê zaroka” (siberoja zarokan) bûye derew û xwexapandina herî mezin û dûraqil ku gellek kes didin ber rûyê xwe. Tam wekî çêlîka ku bi maka xwe hilkeve û xwe ji koka xwe qut bike, birekî mezin ê kurdên rojavayê Kurdistanê zarokên xwe ji dibistanên kurdî yên Birêveberîya Xweser bi dûr xistine û bi serbilindî wan dişînin dibistanên erebî yên rêjîma sûrî. Çaxa ku li pirsa “çima hûn zarokên xwe rênakin dibistanên kurdî” rast tên, wekî virkerekî ku bi vira xwe ne bawer be, siberoja zarokan ji xwe re dikin behane! Bawerîyeka wisa di hişê xwe de cemidandine, heçku dibistanên kurdî taristan û yên erebî ronistan bin.
Mixabin ku zîyana sîyaseta kurdan a beredayî û bêkêr gihaye vî zimanê pîroz jî!

 Dadgeha Kurdîyê
Carinan nivîser neçar dimîne ku bi parçe û hêmanên nivîsekê bilîze û ya ku divê di dawîyê de bê nivîsîn li pêşîyê bi cih bike. Kurmancan gotiye sê celebên hevalan hene: hevalnan, hevalgan û hevalcan. Kurdîyê mask û rûpoşên xapînok li ser rûyê her kesî hilanîn û wekî tu bidî ber tara bêjingê hevalên jidil ji yên qelp ferq kirin; çawa ku dibistanên kurdî vebûn û delîveya perwerdeya bi zimanê kurdî bi dest ket, hevalnanên ku bi dehên salan diruşmên erzan bi ser civakê de dibarandin û pê nanên xwe dixwarin, çaxa ku dîtin êdî her tişt bû rastî, lingên xwe kişandin ber xwe û bi ser de jî şerê kurdîyê kirin. Hevalganên ku li zimanî siwar hatibûn û çerxa zimankujîyê xurt digerandin, hinan jê xwe da alîyekî û yên mayî hêj siwar in. Hevalcanan jî ava kir û hêj jî tevgera zimanî geş û gurr dikin.

– Musteqbelê çi?
Ne xem e, em ê kêlîyekê xwe ji gotina “ziman nasname û nirx e û mirov nikare xwe jê bişo” bêrî bikin û bidin xatirê siberoja zarokan, lê ev siberoja ku êdî hûn jî meraq dikin, çi û çawa ye?
Li gor hesabê hesabdaran, xwendekarê ku di dibistanên rêjîmê de digihe bakaloryayê/lîseyê, heke malbata wî hinekî lê miqate be, ew ê herî kêm melyonekê di oxira korsên perwerdeya wî de xerc bike û di pêvajoya xwendina çarsalî ya zanîngehê de (ku li Şam, Heleb an jî Himisê ye) bi kêmî dê çar melyonên neşikandî bide. Îcar di rêûresmên derçûnê û hewildana bidestxistina karekî di dezgehên hikûmetê de jî meylonek dê li çûn û hatinê û bertîlkirina berpirsan biçe, heta ku ew derçûyî zanîngehê karibe bibe karmendekî hikûmetê, lê karmendîtîyeka çawa? Piştî kedeka pêncsalî û 6 melyonên lêçûnê, ew karmendê han herî zêde dê 40 hezarê ku ancex têra kirêya xanîyekî bike, wekî mûçeyê xwe yê mehane bisitîne! Heke em dîsa xwe bisipêrin hesabê hesabdaran, gerek ev karmendê han nêzîkî 13 salan bê av û bê xawrin bimîne û mûçeyê ku ji karmendîtîya xwe werdigire hemîyê hilîne, heta ku karibe wan 6 melyonan berhev û fik bike.
Li hember vê sosretê, li alîyê din, xwendina di dibistan û zanîngehên kurdî de û encamên wê, tevî kêmasîyên xwe, dehqat ji ya li nik rêjîmê bikêrtir û baştir e.
Li kû be û bi çi zimanî be, zanist her zanist e û agahîya ku bi zimanê maka mirov dawerive hişê mirov, helbet ew ê fêmbartir be û ji proseya ezberkirinê ya di dibistanên bîyanî de gellekî bikêrhatîtir be.
Ev dîyardeya genî û girêka kor, ne girêdayî pirsa siberoja zarokan e; belê ev yeka han nîşana bixwenebawerî û xwebiçûkdîtinê ye û pênceşêreka ew qasî giran e ku xwîna koletî û ezbenîtîyê di damaran de xurt digerîne..

Comments are closed.