JI MIN RE BÊJE TU LI KÛ DERÊ DIJÎ, EZ Ê JI TE RE BÊJIM TU KÎ YÎ! – Samî Fetah

Dibêjin “mirov kurê jîngeha xwe ye”; ji ber ku mirov di çarçoveya cihekî taybet de ji dayik dibe, mezin dibe û di dawîyê de bi xaka wê tê spartin û veşartin. Jîngeh, ew cihê ku mirov li ser dirêjahîya jiyana xwe her gav pê re di karvedanê de ye, di bandorbûn û bandorkirinê de ye. Lewra baş eşkere û li ber çav e ku derûnîya mirovan ji cihekî ta cihekî din cuda ye, êdî em nas dikin ku bandora cih teşe, rûdêm û rengê mirov derbas dike û digihêje kûrahîya sazkirina derûnî û kesayeta mirov. Îcar ji ber ku her cih xwedî taybetîyên cuda ye, êdî di encama karvedana di navbera cih û niştecihan de; siruşt, derûnî û kesayeta mirovan ji hevûdin cuda dibe, lewra em dibînin kurê jîngeha avbayê wê sar be, ne heman ê ku di avbayeke germ de dijî. Mirovê çiyayî ne weke yê li biyaban an li deştan dijî, bi heman awayî jî gundî ji bajarîyan cuda ne, di bajaran de jî kesên li taxên gelêrî dijîn cuda ne ji yên ku li taxên nûjen û pêşketî dijîn; hemû kesên me anîn ziman xwedî taybetîyên derûnî, hişmendî û rûdêmên ji hev cêwaz û cihêreng in.

Ev rewşa mirovê ku di cihekî jiyana xwe derbas dike û di wir de jî koça dawî dike. Lê ji bo mirovê ku cih diguherîne, yan ji welatekî koçî welatekî din dike, gelo derûnî û kesayeta wî mirovî bi çi awayî ava dibe?
Girêdayî vê mijarê ez dê taqî û ezmûna jiyan xwe bi xwîneran re parve bikim, bi hêvîya ku bibe bersiv ji pirsa ku min anî ziman re.
Ji jidayikbûnê ta heftsalîya xwe min jiyana xwe li bajarê Qamişloyê derbas kir, paşê bi malbatî me koçî bajarokekî nêzî Şama paytext kir, heta 25 salîya xwe min xwendina dibistan û zanîngehê li wir qedand, bi destpêka şoreşa Sûrîyayê re sala 2011’an gellek guhertin li seranserî xaka Sûrîyayê rû dan, di encama tevlihevîya ku rû da di sala 2012’an bi malbatî em vegerîyan bajarê Qamişloyê. Di nav vê tevlihevî û cenga dijwar de kesayeta min ya di navbera 20 û 30 salîyê de hate avakirin, ev jîyê ku derûnas dibêjin: “Ev qonaxa guherîn û veguherîna nirx û binçîneyên sereke yên mirov e”.
Weke me anî ziman ku cih dibe nîşana hin nirxên taybet, bi heman awayî ew hişmendîyeke civakî û şêweyên hizirandin û ramandinê vedibêje, di rêya cih re jî mirov dikare derbasî kûrahîya çînên civakê û bîrwerîya wan bibe. Lewra gava ez di nav civakekê dijîyam ku ta asteke baş bi olê ve girêdayî ye û pirranîya gertev, gerdiş û reftarên wê civakê di bin bandora olê de saz bûbûn, lê di civaka kurdî de min têbîn kir ku bêhtir bi dîrok û folklora xwe ve girêdayî ye û reftarên vê civakê di bin bandora dîrok û folklora wî miletî de saz bûye, heta bi nêzîkatîya civaka kurd ji olê re cuda ye -tevî ku her du civak bi pirranîya xwe misilman in- lê em dikarin bêjin ku ola kurdan oleke folklorî ye, bêhtirî ku oleke giyanî be, tenê bi teşe û rêûresman ve xwe digire û ji cewher dûr dikeve. Ev yek di dawet û şahîyan de baş diyar û eşkere dibe. Di civaka ereb a şamî de; di dawetan de jin bi bûkê re li cihekî girtî şahî û dîlana xwe digerandin, lê mêr bi zave re li holekê yan jî li bin konekî tabet bi dawetan şahîya xwe li dar dixistin û dîlana xwe digerandin, “ev yek ji ber ku islam dibêje: “Guneh e ku jin û mêr di cihekî de tev li hev bibin, an şahîyan di nav hevûdin de li dar xin”. Lê di civaka kurdan de bûk û zave û hemû kesên meriv û vexwendî di yek holê de kom dibin û bi rêûresmên taybet şahîya xwe bi dîlanên folklorî derbas dikin, tevî ku ew jî civakeke misilman e.
Di navbera vê û wê civakê de, hişmendî, bawerî û nêzîkatîyeke di wijdanê min de ava bû, ku ji ya her du civakan cuda ye; tevî ku ez hem kurd û hem jî misilman im, hem jî ez kurê her du civakan im, lê di kesayeta min de, ne tenê bîr û bawerî û perwerdeyê bandor kirine, her weha guhertina cih jî di derûnî û hişmendîya min de gotina xwe gotiye û şopeke mezin di kesayeta min de hiştiye.

Di sala 2011’an de şoreşa Sûrîyayê dest pê kir, vê şoreşa ku em hê di rêgeh û qonaxên wê de dijîn, gellek guherîn û veguherînên civakî, siyasî, aborî û heta guherînên di warê xizmetguzarîyê de jî bi xwe re anîn, jixwe ev guherîn bi giştî ber bi paş ve bûn; wate ku rewş zehmet û aloz û tevlihev dibû. Di vî warî de ez dixwazim bêjim ku ne tenê guhertina cih bandorê dike, lêbelê guherîna rewşê jî bandorekê mezin li avakirina mirov û bîr û bawerîyên wî dike.
Ev serê deh salan e ku rewşa Sûrîyayê ya ewlehî, siyasî, aborî û civakî jî ber bi paş ve diçe û her û her kembaxtir dibe, êdî welatîyên vê civakê bêçare mane, ku ew ji xewn û xeyalên xwe bêpar man û êdî ji ber vê rewşa xerab nema karin armancên jiyana xwe pêk bînin, di vê rewşê de heta bi mafên mirov dibin xewnên pêknehatî û binpêkirî di bin kavilên civakeke wêran û jihevketî de. Mirov êdî nema dikare jiyana xwe di vê rewşê de berdewam bike û neçarî koçberîyê dibe heger bi destê wî bikeve, heger bi dest wî nekeve, dibe ku xwekuştin weke mêşekê her gav di hişê wî de û li ber guhê wî bike pinpin. Barkirina ji welatê bavûkalan ber bi biyanîbûnê ve dibe xewna herî mezin di xeyalên van welatîyan de, di bawerîya wan de welat dibe dojeh û biyanîbûn û welatên xerabîyê dibin bihuşta xemilandî ya ku welatî hemû tiştên xwe difroşe û jiyana xwe dixe ber metirsîyê da ku xwe bigihînîyê.
Ji bo min rewş ne weha bû. Tevî ku xewn û xeyalên min pirr bûn û hêvîyên min pirrtir bûn, lê rûdan û tirajîdîyên ku bi serê wan koçberan de dihat, bawerîyek li gel min ava kir ku rûmeta min di ser her tiştî re be. Zarok di nav avê de difetisîn, yên di kampên benaberîyê de jî, ji sir û seqema zivistanê û germbûna havînê, canê xwe ji dest didan û dibûne qurbanîyên guherîna rewşê. Vê guherînê û encamên wê yên bobelatî asoyên ramandinê li gel min gellekî fereh kirin, ez fêr bûm bê çi wateya ku mirov bibe hejmarek di raporên sazîyên cîhanî yên hewarçûnê de, yên ku qaşo “mirovî” ne û ji bo “parastina rûmet û mafên” mirov in. Ez fêr bûm bê çi wateya ku mirov welatê xwe bi cih bihêle û koç bike tenê ji bo parîyek xwarin ji zarokên xwe re berî ku ji xwe re peyda bike.
Ez di welatê xwe de mam, bê eleketrîk, bê gaz, bê mazût, bê av û carinan bê nan jî, di zivistanê de ez qefilîm û di havînan de ez ji germê fetisîm, lê ez nemirim û rûmeta min parastî ma. Bawerîya hezkirina cih û war; ne tê kirrîn û ne jî tê firotin, lêbelê tê avakirin gava ku mirov amade be berdêla wê bide.

Bi hezkirina cih û war ez derbasî xala sêyem û ya dawî dibim. Hezkirina welat ne tenê bi mana li ser xaka wî pêk tê, ne her kesê di welêt de tenê dixwe, vedixwe, radikeve û siloganan hildide, tê wateya ku ew ji welêt hez dike, hezkirina welêt di kar û xebatê de, ne di axaftin û şelafîyê de ye. Lê carcaran cih û warê ku mirov tê de dijî, nahêle mirov bi serbestî xizmeta welatê xwe û civaka xwe bike, her weha bijareyên wî sînordar dike. Heger desthilata hakim dîktator be, hingê azadîya axaftin, nivîsandin û xebitandinê wê rûbera wan teng be. Gava rewşa aborî, civakî û xizmetguzarî kembax be, hingê asta xebatê wê lawaz be. Gava gendelîya siyasî pirrbelav be, hingê bawerîya bi desthilatê gellekî kêm dibe. Gava ev hemû bi hev re di cih û warekî de kom bibin, hingê mirov ji cih û warê xwe, ji civaka xwe û ji welatê xwe jî nefret dike.
Di vir de rola zana, rewşenbîr û ronakbîrên vî cihî berz dibe, ku êdî asoyên bîrwerîya civakê ferehtir bikin, da ku careke din xemil û dilovanîya cih vegerînin cewherê wî û valahî û dûrbûna ku di navbera cih û niştecihan de ji holê were rakirin. Çimkî weke ku cih rola wî di avakirina kesayet û bîr û bawerîyên mirov de heye; çi erênî û çi jî neyênî be, bi heman awayî zanîn û rewşenbîrtî jî rolekê giring di avakirina kesayeteke dirust de dilîzin, ku ji cih û warê xwe neyê veqetandin û bandora xerab a cih û civaka wêran li ser avakirina wê kesayetê sînordar bike.

Têkilîya mirov û kesayeta wî bi cih re nakeve bin banê yek pîvanê û ne jî li ser ast û pêlekê tenê dimîne, lêbelê ew rastî gellek guherîn û veguherînan dibe, carinan bilind dibe ta digihêje asta evînî û yekbûna bi wî cihî re, carinan jî nizim dibe ta digihêje asta nefret û koçkirina ji wî cih û warî. Ev guherîn li gor rewşa derûnî, civakî û aborî ya wan cih û niştecihan bilind û nizim dibe û bandorên xwe di avakirina bîr, bawerî, kesayet, hest û arezûyên mirov de, dikin.

Comments are closed.