Diya min ditirse ku xwe jî,
Weke gellek tiştên xwe,
Li derekê jibîrbikim
Wek ebalên xwe,
Yan weke gotinên xwe_ ez cêwiyê jibîrkirinê,
Nixuriyê evîna te.
Li vir cake tê xwe jibîrdikim,
Liwi rçixareya xwe pêxistî
û di tirimbêlande telefona xwe.
Diya min serê min dibe,
herdem min, bi gêjbûna ber be rojan tawanbar dike,
li ser min, jijinên cîranan re dipeyive:
_ Li kêhatime ez?!Çibiyanim?!
Şevêndirêjbi gotinên diya xwe diramim,
Naxwazim bibêjim ku min xwe,
jimêjve, li cem te jibîrkiriye,
demayekem car, bi te re,
ber bi çavên te de hatim.
Çavên teyên dirêj.
Naxwazim ji diya xwe re bibêjim
Ku wêjî xwe jibîrkiriye
li mala me ya berê,
di bin dara me yatiwan de,
dinav bîranînên kalkê min de
û xalê min yê li Elmaniyayê ku her dem,
li ser internêtê doza kamîrayê ji min dike
û jênayê ku binivîse.
Diya min dibêje: Ev kurê min bêhiş e,
Hema jibîr dike
Û ez bê hişê diya xwe yê delalî dimînim,
Her tiştî jibîr dikim
Ji pêvî jibîrkirinê,
Jibîrdikim,
Jibîrkirin Xwe dê li bîra min tîne,
teqez dike mirovahiya min.
Diya min nizane ku tiştan ji bîrnakim,
Ji bîra min diçin,
Ne jî ez dizanim
Ku nuha gerek bû vê helbestê
li ser çi binivîsim?!
Li ser çi be,
Ez dîsa nizanim.
Bi tenê dizanim ku jibîra min çû
û min ev helbest
li ser jibîrkirinê nivîsand…
Comments are closed.