PENCERE- Airenyosh Aaredenski

 

Nivîskarê Polonî: Airenyosh Aaredenski

Ji zimanê Erebî :Imran Yûsiv

 

Kesayetên şanoyê

Cotek bê zarok

Jin: Tê dîyarkirin ku ew jinek çelenge, lê xweşikbûna wê di pêvajoya jîyana rojane de hatiye veşartin,bîst û heft salî ye.

Mêr: Sîh û sê salî ye,hest tenik û romanse, li tiştekî digere ku rotîna jîyana xweya rojane pê biguherîne.

Cih: Odeya rûniştinê ye,bi kel û pelên serdemî û modêrn hatiye raxistin, ji malekê di qata çaran de ye, pencereya wê bi ser malek hember wê ve vekiriye.

Dem: Şevek ji şevan e.

 

Jin: Heya kengî tê li ber vê pencereyê rûniştî bimînî?

Mêr: Nizanim.

Jin:Bêhtir ji sê demjimêrantu li ber rûniştîye.

Mêr: Belkî.

Jin: Ez tênaghêjim çawa kesekî wek te …..

Mêr: Derî bigre, ronahîya wî xanîyî derbasî vir dibe.

Jin: Ma tu jê acizî?

Mêr: Na,lê ez naxwazim kes pêjna min bike.

(jin bi alîyê derî de diçe û digre)

Mêr: Te spas dikim.

Jin: Ev ne kuştina demê ye!

(Li tiştekî dikeve û dilukime)

Jin: Ax Xwedêyo.

Mêr:çi bû?

Jin: Kaboka min li kursî ket…ev giş sûcê vê tarîyê ye.

Mêr: Tu dikarî rahênanê li ser şûna parçeyênkel û pelên odeyêbikî.

Jin: Ma giring bû tu kursî ji cihê wî veguhêzî?

Mêr:(Bersivê nade)

Jin:Heger tu pîremêrek ba, û li bajarekî biçûk jîya ba, ez qet li te matmayînedimam, ji ber ku jimareke mezin ji wan li ber pencereyê rûdinin,û li cadeyê dinerin,lê tu?!

Mêr: Lê ez çi?

Jin: Te hîn sîh û sê sal derbasnekiriye.

Mêr: Min sîh û sisê derbaskir.

Jin: Ji kerema te re bê lîska bi peyvan…. heft roj li pey hev ev rewş berdewame,ji kêlîka ku tu vedigerî malê,li ber pencereyê rûdinê û ziq dinerî….di reşê de rûdinê û ziq dinerî,bi şev derbasî vê odeyê dibî, li ber pencereyêrûdinê…

Mêr: Û ziq dinerî.

Jin: Ji te werê, ez di xew re diçim? Na xoşewîstê min. Pêr, ez hişyar bûm, tu tunebûyî,tu ne li rex min razayî bû.

Mêr: Ê..! Ev tê çi wateyê?

Jin: Ez li vê kiryara te matmayî dimînim,tuçax tu ne wilo bû,ev du salin ez te nasdikim,herdem tu çalak bû, li kêleka te bi aramîyê hest dibûm.

Mêr: Û aniha tu pê hest nabî?

Jin: Aniha ne wek berê ye. Ev tiştê tu dikî damaran diwestîne,gava tu ji karê xwe vedgerîyayî û te dixwest xwe vehêsîne, te dixwend,tu radizayî,mijûl dibûyî,carinan tu bi min re diaxivî.lê aniha, ta dema ku tu mijûl dibî jî, tu di wê bêxwedîya pencererê re dinerî…(Tore dibe)tu wek textekî yan hîmê kevirekî yan…

Mêr: Yan wek mirîyekî me ne?

Jin: Wilo nebêje ..ez ser te ditirsim.

Mêr: Xwedêyo..ma ji min re dernakeve ku tiştê bi dilê xwe bikim.

Jin: Ji te re derdikeve,lê bes…..

Mêr: Lê bes çi?

Jin: Ez li ser te ditirsim.

Mêr: Naxwe xwe bi tiştekî din mijûl bike, mirovê te, nasê te, hevalên te hene,karê te tilivizyona te, gîyanê te yê hestyar û tenik heye,xanîmala te heye,şeşsedû şêst û şeş tişt hene ku dikarî di rojekê de bikî,lê ji bo min, tenê ez dixwazim ku tu dev ji min berdî û hew.

Jin: Belê..belê..jixwe wiloye…..lê ez ji te hezdikim.

Mêr: Ev tiştekî pirr xweşe. (Kêlîkek bêdeng)

Jin: Ev heft roj in, te destê xwe jî nedaye min.

Mêr: Te bi xwe got ev du sal in em bi hev re dijîn,ev tişt di nav hemû mêr û jinan de çêdibe,tiştekî asayî ye.

Jin: Tu xweş dizanî ku mebesta min ne ew tiştê tu têde difikirî,te dest nedayemin bi tîpekê, bi gotinekê, te destê xwe dananîye ser milê min,berî razanê te ez himbêz nekirime,ev heft roj in li ba te ez tune me,ez nikarim te fêm bikim!(kêlîkek bêdeng)

Tiştekî ne asayî li vê cadeyê nabe ku tu ziq mayî lê dinerî,hin caran ez dibînim ku kesek li ser rexrêyê dimeşe,ev her tişte,heya bi tirimpêlan di vê rêyê re derbasnabin.

Mêr: Ez li cadeyê nanerim, tu rast dibêjî,tiştekî balkêş livê cadeyê nîne.

Jin: Tu ne li cadeyê dinerî?

Mêr: Na.

Jin: Naxwe gumana min di cihê xwe de bû, tu li valahîyê dinerî,hew tu dinerî.

Mêr:(Di rewşeke qeşeng de) Çima tu dibêjî û nîşana serkeftinê di dengê te de dîyare?

Jin: (Rewşa hevserê xwe,li gorku ew dibîne tîne ziman) Xewneke hişyarîyê ye? Tu dinerî û tiştekî nabînî…..divê tu bizanibî ku ev tiştekî bê wate ye……(ji nişkave)îro emê herin semagehê?

Mêr: (Bê xem) Bi kesekî din re here.

Jin:(bi êş) Ez nema ji bo te pêwîstim!

Mêr: (Bi teqezî)Min got bi kesekî din re here. Min teştekî din negot.

Jin: Heger pêwîstim ji bo te, çima tê yê wilo gotiba min?

Mêr: Ez hezdikim ku liwê pencereyê binerim bêhtir ku ez semayê bikim. Ev her tişte.

Jin: Wê pencereyê?! Li ser kîjan pencereyê tu dibêjî?

Mêr: Ew xanîyê li hember me,mala siyem ji alîyê bakur ve, di qata çaran de.

Jin: Cih tarî ye,ma tiştekî balkêş li paş pencereyeke cam a reş tê dîtin?

Mêr: Herdem ew dever tarî bû.

Jin: Û çi tiştê balkêş di vê yekê de heye?

Mêr: Berî heft rojan min dît….

Jin: Jinek bû?

Mêr: Na, ne jin bû…çirûsk bû,kesekî darikekî çixatê pêxist,çirûskek da û vemirî.

Jin: Û çî din?

Mêr: Hew…. ev bû.

Jin: Aniha ji bo wilo ev çend rojên te tu bi seetan li ber pencereyê rûdinî?! Tu ji min dixwazî ku ez van derewan bawer bikim?Bi rastî bêje. Teqez tiştek heye tu ditirsî ku bibêjî!

Mêr: Tiştek li ba min tuneye, ku ez ditirsim bibêjim.

Jin: Naxwe çima?

Mêr: Ez dixwazim careke din wê çirûskê di wê odeya tarî de ya hember me  bibînim,ev her tişte!

(hevjîna wî bawer nake û dikene)

Mêr: Gava ez wê çirûskê bibînim, nema li ber pencereyê rûdinim û ne li derek    din jî,û emê biçin da ku semayê li gel hev bikin…..tenê ez li bende wê me.

Jin:(peyvê dibirîne)Çirûsk…(bi rengekî nêzî hêstîryayê dikene)

Mêr: Belê,çirûskek di tarîyê de,tu jî hezdikîku di odeyeke tarî de li televizyonê temaşe bikî.

Jin: Televizyon tiştekî dine,li paş cama wê bûyerine dibin,tiştek dibe…..tu nikarî  herduyan berhev bikî û bibêjî ku çirûskek ji filmekî xweştirû balkêştire .

Mêr:(wê qut dike)Belê…dibe ku çirûskek ji fîlmekî pêwîstir û balkêştir be jî.

Jin: Tu dikarî heman tiştî ji hevkarên xwe re bibêjî?

Mêr: Nizanim,belkî….lê ne bawerimku ji bo wangiring e dabizanibin çima ez li ber pencereyê rûdinim.

Jin: Ez dibînim ku ji mafê min e ez bizanibim.

Mêr: Jixwe ji mafê te ye, min jî ew tiştê te dixwest nasbikî ji te re got, ji lewre divê tu dev ji min berdî.

Jin: Guhdarbe kêlîkekê,gava ez derbasbûm,te gote min derî bigre, ji ber ku tu naxwazî kes te li ber ronîyê bibînî,mebesta te çi bû?

Mêr:(bi çalakî)Li ber çavê min xuyakir,kesek di wê odeya li hember me deheye, li ber pencereyê rûniştîye,û li pencereya me dinere, ji lewre min nexwest ku min bibîne.

Jin: Ji bo çi?

Mêr:Nizanim…..lê ya baştir ku min nebîne?

Jin: Aniha tu bi rastî dibêjî?

Mêr:Û çima ezê derewan bikim?

Jin:(tore dibe)Ji ber ku ev tiştê tu dikî cihê matê ye,pirseke bi susrete.

Mêr: Xwedêyo! Mirov tiştine ji vê bi susretir jî dikin,demjimêrine dirêj li ser destên xwe radiwestin,û bi ser de têne pesindankirin,ew li gor ku tê gotin tenduristîya xwe bi yogayê çareserdikin,û hinek din rojane meyê vedixwin heya ku ji ser hiş xwe ve diçin, û kes nabêje çima. Kesine hene ku bi rojan li ser pêpelûkan rûniştî dimînin û li xwe dinerin,gellek ji van û van û van hene,ma di nerîna te de ev ne tiştinebi susret dikin?

Jin: Mijarê neguhere..heger kesek hebe yogayê dike ew bawerîya wî pê tê…heger kesek tiştekî vedixwe û hişbiran dikşîne ew kes nexweşe …..kesê ku bantelonê qetyayî li xwe dike ew cerokekî biçûke lûsekirina ciwanên ditemenê xwe de dike…lê tu! Ti sedem tune ne ku tu wilo bikî yan tu xwe bikî wek wan…(bi dengekî bilind)ez baş te nasdikim….ti sedem tune ne ku tu ji boyî vîtiştê dikî.

Mêr:(bi hêmenî)Bila sedemên te bicehemin.

Jin: Kiryarek bê sedem tuneye.

Mêr: Piskolocya te ya malane guh nade ti tiştî,û naxwaze tiştekî bibîne…jixwe sedemek heye….ez dixwazim careke din derbikê çixatê bibînim….sedem eve.

Jin: Û heger kesekî li wir debikê çixatê pênexist?

Mêr: Ez jî, jîyana xwe bi rûniştina li ber pencereyê nabûrînim.

Jin: Naxwe divê tu aniha ji ber vê pencereyê rabe,çiku ew bûyer dubare nabe.

Mêr: Na…hêvî bi min re heye.

Jin: Tu bawerî ku tê ji nû ve çirûskê bibînî?

Mêr:Ez bi wê yekê bawer im.

(kêlîkek bêdeng)

Jin: Çima tu bi xwe naçî wê mala ku ew pencere têdeye,ev wê hesantir be.

Mêr:(ji nişkave gotina wê dibire) Biner. Dîyare ku kesek li paş cama pencereyê heye.

Jin: Ev tê ber çavê te (li wê pencereyê dinere) ez tiştekî din dibînim! Vedana ronîyekê li ser came ye.Û ne tiştekî dine….tu dizanî cavên min çendî xurtin.

Mêr: Lê ez bawerim ku kesek li ber pencereyê kêlîkekê rawestîya,paş re…

Jin: Ma wê ne hesantir be ku tu wî kesî nasbikî?Ma tê yê ji mal derkevî,û tê yê biçî wê mala li hember me,û tu yê bibêjî wan ez li filankes -çi filankes be- digerim…û tu yê bi xwe bibînî ka kî li wir dijî, wê çaxê ev tişt tev de dê nema ji bo te pêwîst be.

Mêr: Ne pêwîste ji bo min kî li wir dijî.

Jin:(bi hêrs û xeşim) Naxwe çi ji bo te pêwîste di dawîya vî tiştî de.

Mêr:(bi hêmenî)Min berê ji te re got,ez dixwazim careke din derbikekî çixatê vêketî bibînim,û li paş wê cama reş kêlîkekê biçirise.

Jin: Ma tu nabînî ku ev lîstika zarokan e.

Mêr: Wilo nabînim.

Jin:(dixwaze bêwateya tiştê ku dike pê bide xuyan)Were emê bi rengekî cuda li vê pirsê binerin,tu mirovekî dine…..endezyarek temenê wî sîh û sê sale, ji têkilîyan bi mirovan re hezdike…bîrwere….

Mêr:(gotina wê dibirre) Tu çi dibêjî?

Jin:(bi dengekî bilind) Mirovekî saxlem..normal e,ji nişkave tiştine ne normaldike….yekî guhdanê bi van tiştan nake,ji nişkave li ber pencereyê rûdine û….

Mêr:(bi hêmenî gotina wê dibirîne)Tu dixwazî bibêjî ku belkî ez dînbûme?

Jin: Na lê divê tu mukur bê ku tu…

Mêr:(temam dike) Dînî…..di nerîna te de nişanên dînbûnê bi vî awayî li ser min xuyanî dikin? Ango wek mînak,ez dev li kesekê bikim yan bi xwe re biaxivim…

Jin (bi xurtî wî qut dike)bes wilo bêje.

(kêlîkine bêdengîyê)

Jin:(bi pistepist û ken)Tê bîra te çawa me hev naskir?

(piştî çend kêlîkan)

Mêr: Hinekî.

Jin:(tîne bîra xwe)Tê bîra te? Di wê şahîya ku (Stîvan) lidarxistibû,te çend pêkenok ji min re gotin paş re em bi hev re derketin, lê Stîvan bi me lîst,xwe spart milê te û xwe kir ku lingê wî şikestîne,ewî henekê xwe bi me dikir.

Mêr: Belkî tu dixwazî bi Stîvan re bi telefonê biaxivî.

Jin: Ev li ser wê yekê dimîne,ku em piştî axaftina bi telefonê li gel hev biçine serdana wî.

Mêr: Na….ezê li vir bimînim.

Jin: Naxwe ez pêwendîyê pê re nakim.

Mêr: Wek ku tu dixwazî.

Jin: Tu ji jîyana bi min re acizî?

Mêr: Na.

Jin: Tu bi rastî dibêjî?

Mêr: Min ji te re got na!

Jin: Naxwe çima tu hinek dem ji bo min terxane nakî? Çima ev heft roj in ku tu pêjna hebûna min nakî? Ma dibe ku çirûskek derbikê çixatê ji jîyanê tevî pêwîstirbe, pêwîstir be ji laşê min,ji bîrhatinên me yên hevbeş?!

(kêlîkine bêdengî)

Heta ku te bala xwe neda ku min çirayek nû kirîye!

Mêr: Min dît.

Jin: Lê te tiştek ji min re negot.

Mêr: Ma min ê çi bigota? Te çirayek nû kirî û hew.

Jin: Tu çawa wê çirayê dibînî?

Mêr: Xweşike..ciwane.

Jin: Ebacora spî wê ne çêtir ba?

Mêr: Spî?! Belkî,lê rengê kesk jî başe.

Jin: Ji demek ne dûr ve te guhdan bi malê dikir.

Mêr: Hîn jî ez guhdanê pê dikim.

Jin: Derewan neke.

Mêr:Ma divê her ku tiştekî nû bê vê malê ez kêfxweşîya xwe dîyar bikim wek  zarokê ku pêlîstokek nû bidest bikeve? Ev tişt tenê ji bo bikaranînê ne.

Jin: Ne raste. Ev tişt mala me diafirînin.

Mêr: Hizra min di vê yekê de cudaye.

Jin: (bi toreyek dîyar)Min digot qey mala me ji bo te giringe,cihek têde heye ku tu jê hezdikî,cihekî taybet bi te ye,ne xeme tu dikarî li hotêlekê bijî.

Mêr: Ma giringe tu bi vê dijminatîyê biaxivî?!

Jin: Ez naxwazim wilo bim ….naxwazim

Mêr:Naxwe hewldanê bikî ku tu ne wilo bî.

Jin: Ma di jîyana xwe de tucaran tu azar nebûyî?

Mêr: Azarbûna teû her tiştê te azar dikî, têkelîya wê ya mezin ne bi min re ye,ev azarbûna te ji ber damarên te yên rizyayî ye,dema ku bûyerek nû hebe….carekê min kurtefîlmekdît li ser ajelên teraşê yên bi zor ji welatêxwe hatibûn birin û ji nişkave hatibûn xistin hundirê regehan,ew fêrî berkarinan kiribûn dema bihîstina lêdana zingilan,gava ku ajelan dengê zingilan bi rêzkirinek cuda bihîstin heyecan bi wan ket.

Jin: Tu rast dibêjî,ez ser van zingilanhînbibûm,berkewtinên te,peyvên te,keşya hezkirina me ya hevbeş, jîyana me ya rojane.Û ji nişkave min naskir ku ewtevde dîmenine derew bûn,û ew tişt tevde bi rastî tune ne.

Mêr: Ew tişt tevde hene delala min.

Jin:(bi hêstîrî) Na.

Mêr:Bi rastî ew tişt giş hene.

Jin: Na tune ne..her tişt weşîya, wek pêlîstoka ku textikên wê ji hev bikevin.

(piştî çend kêlîkên bêdeng)

Mêr: Qehweyekê ji xwe re çêke.

Jin: Ez qehweyekê dixwazim.

Mêr: Tiştekî vexwe ku alîkarîya te bike da kupê hêmen bibî.

Jin:(bi kovanî) Eger pirs pirsa jineke din ba, di jîyana te de,yan tiştekî mîna vî tiştî ba,minê karîba bizanîba ku tu ji bo darikekî çixatê yî ehmeq,tu dihêlî ku ez bi tenahîyê hest bibim,û her tiştê ku bawerîya min pê dihat bibe rewrewk!

Mêr:(bi acizî lê bê helçûn) Ma divê ku em şerbikin.

Jin:(bi têzî)Ma ez dikarim bi te re şer bikim? Di vê kêlîka ku ez bi te redipeyivim,aniha tu wek textekî kerr û lal î…….tu……(mijarê diguhere) teqez ez   dixwazim bi te re şerbikim,ev yek tenê wê bikêr bê.

Mêr: Naxwe destpêbike.

Jin:(bi helçûn) Tu henekê xwe bi min dikî.

Mêr:(bi acizî) Delala min,here seyranekê, tu kû dixwazî,cem kê tu dixwazî?! Bes dev ji min berde,min bi tenê bihêle.

Jin:(dixwaze wî tevrake) Belê,ez dikarim biçim cihê ez dixwazim, cem ê ku ez dixwazim,kesekî birêde bibînim,ev tevde li ba te ne xeme,çi bi min re çêbibe ne xema te ye ne?

(kêlîkine bêdeng)

jin:(li ber digere) Ji min rebibêje, ev çi dibe?

Mêr:(bi hêmenî) Ne tişteke,kêşe ewe ku tu nahêlî ez bi hêmenî li ber pencereyê rûnim,tu susret î!!

Jin:(wek ku raporekê dixwîne lê bi toreyî) Ez wek xelkê me,jinek normal imkar dikin,hezdikin û hezkirinê bikartînin,dilîzin,şadibin,lê yên mîna te,dixwazin gava bidin ber wan da ku xwestekên xwe bicîneynin! Hûn ên kudixwazin ji cîhanê re biçesipînin ku tiştekî hêjayî di jîyanê de tuneye!

Mêr: Guhdarbe. Ev ode ne cihê gotaran e.

Jin: Di serdemên kevin de,yên wek te dihatin kuştin.

Mêr:(matmayî)Ên wek min!?

Jin: Ewên li rexê din radiwestîyan, û dijberîya çi jîyaneke normal dikirin.

Mêr: Ta vê kêlîkê min nizanîbû çima dema ku Hitler gotarên xwe digotin, jinan ji kêfan re bang dikirin,lê nûka min naskir.

Jin:(bi helçûn)Ez ji te heznakim.

Mêr: An çima jinên serdemên navîn handan dikirin, û ji jêkerê qirikan dixwestin ku bi hêzstûyên wan kesên ku hatibûn dadkirin û bi bend û zincîran girêdayî bûnjêbike!

Jin: Ez ji te heznakim.

Mêr: Çima tu ji min heznakî?

Jin:(dixwaze wî aciz bike)Ji ber ku ez ji yekî din hezdikim.

Mêr:(bi hêmendarîyeke sar)Ev tiştekî lojîke.

Jin: Heger ku ez ji te bihêztir bama min ê te kuştiba. (bi toreyek nêzî hêstîryê) nerîna li wê bêxwedîka pencereyêkêlîkekê rawestîne…..rawestîne(milê wî bi hêz dihejîne).

Mêr:Min wilo nehejîne.

Jin:Tê bibîne ku çawa ezê bibim kelemek di rêya te de,ezê her tiştî ji hevalên te rebibêjim,ezê bi te bikenim,ezê biçim nexweşxaneya nexweşîyên hişî,û rewşa te ji wan re şirove bikim,tê neçar bî têkevî nexweşxaneyê…ji ber ku tudînî…tu dînî…te naskir.

Mêr: Bila wek te be, lê min wilo nehejîne,çakêt nûye.

Jin: Ez nahêlim ku tu…

Mêr: (bang dike û wê qut dike) Bila hayê te ji te hebe!

(kêlîkek bêdengî,bi dûv de bi dengekî ku têde mat û şanazî tevlihev dibin)

Tu dibînî? Tu wê çirûskê dibînî? Min bawer nedikir ku careke din ez wêbibînim!min bawer nedikir.

(piştî kêlîkineji bêdengîyê)

Jin: (bêdeng çavdêrîyê dike, bi hêmenî û pistepist) Wa vemirî.

(li hember pencereyê kursî dilivin)

Mêr:Min dizanîbû ezê wê bibînim…çirayê pêxîne..(kêlîkine bêdeng pêre ronî pêdikeve).

Jin:Robirt.

Mêr: Belê?!

Jin:(ji ber torebûna xwe fedî dike….û ji helwesta xwe vedigere) Robirt…..ez..

Mêr:(bi hêmenî) Tu dixwazî semayê ligel min li cihekî bikî?!

(jin bi bêdengî digrî)

Jin: Ez yeka zikreşim….ez……

Mêr: Tê bê cihekî ji bo em semayê bikin an na? Pêwîstîya min bi hinek livandin heye piştî vê rûniştina dirêj.

Jin: Tu ji min bi hêrs î.. ne?

Mêr: Na.

Jin: Ji îro pê de ezê bibim….

Mêr:(wê qut dike)Here serşokê…..serçavê xwe bişo, kincê xwe li xwe bike,xwe       ji bo derketnêamade bike,emê biçin semayê bikin,an wek ku tu dixwazî em dikarin rûnin û li mûzîkê guhdarî bikin.

Jin:(bi pistepist lê bê girî) Robirt ez lêborînê ji te dixwazim li ser tiştêku bû…………

(ji nişka ve) bala xwe bidiyê…..di pencereyê re binere…..min tiştek dît….ma tu jî wî tiştî dibînî?!

(dûmahî)

Nivîskarê Polonî: Airenyosh Aaredenski
Nivîskarê Polonî: Airenyosh Aaredenski

Comments are closed.