-ÇAXA KU- Marilyn Hacker

Wergerandin ji Erebî: Xoşman Qado
Çaxa ku zarok bi tawanbaran re xistin zindanekê û hatin işkencekirin
Pîregura ku çîrok digot bêdeng ma
Çaxa ku keç û xort bi stranan daketin kolanan
Û birayên wan gulle berdane wan, koçikê ku ji xwendinê hez dike pirtûka xwe girt
Çaxa ku gel wekû pez tevgerîya, pisîka sexteçî
Nema tinazîyê xwe bi pezan dikir û dilê wê bi wan şewitî
Çaxa ku yên rebel bûn karmend, jûjî di bin
Kevirê xwe de xwe feşart û nema bi hevalên xwe re pev çû
Pîrehesp nema li ser şevê û beyabanê di bazarê de diaxive
Çi ku parçeyên wî li pêşîya goştfiroşgehê tê qetkirin
Çaxa ku şoreşger dan dûv şopa jimalbarkirîyan, gura ciwan kincê heca xwe pêçand
Û di bin darekê de veşart û piştî hingê di pertûka xwe de nenivîsand
Û şagirtan pertûkên xwe yên dibistanê qetandin û bizinek serjê kirin û ew xwarin
Çaxa ku yê qeşmer bû serok û yê stemkar bû leheng, stranbêja bîyan
Xemla rûyê xwe jê bir û daket kolanê da ku tevlî parsekan bibe
Gurê ku berê helbestên xwe distra, li ser çîyê bûrîya
Û pê re mamosta û helbestvan jî bûrîyan
Çaxa mêrxasîya ku rê li paş xwe şewitand
Û li pêşîya xwe xelkên şer û yên aşîtîyê civand, nexweş ket,
Çaxa ku bi têkçûyîna xwe û bi nehedanbûna xwe nexweş ket, min ferheng girtin û min hemî gotin ji bîr kirin.

*Helbestvana Amerîkî ev helbest bi zimanê Erebî nivîsîye, û taybet bo RÊyê hatiye şandin. Ji bo vê yekê jî ev helbest hat wergerandin bo Kurdîyê jî.