العربية
Werger

Axaftinên Dergehan – Ehmed Meter

18 Dec, 2018

Wergerandin ji Erebî: Ciwan Nebî

 

Mîr bûn em di daristanan de, em ji rehên me birrîn‏, em bi hesinan girêdan

û li pêş pêpelûkên xwe em berdest rawestandin.

Ev e şensê me ji bajarvanîyê. Kesek weke dergehan di şewata koleyan de nagihêje !

 

Gellekî neaxive alfebêya du tîp têra wî dike bo xwe bibêje (Teq) !

 

Bitenê yê parsek hemî dergehan nas dike.

Belkî ji ber ew jî, weke wan ji darekê hatiye birrîn !

 

Yê xerat laşê wî diqeşêre, bi aramî diêşe.

Rûyê wî bi qûmê paqij dike, gazinan nake.

Pêl movikên wî dike, ahînekê bernade.

Li wî dixe mîxan, qîr nake.

Pirr bawermend e, tiştekî wî tune ye

ji pêvî ku xwe radestî çêkirinên afirênerê xwe bike !

 

(Li pês dergeh bilîzin)

Çi kêfxweş e. Xanim malê li cem wî li zarokên xwe bawer e !

 

Destikê wî yê sar bi germbûn silavê dide mîvanan !

 

Çavnebarîyê li pişta wî dike sînga wî ya bi zivistanê qerimî,

Çavnebariyê li pişta wî ya sar dike sînga wî ya pêketî havînan.

Pişta ku haj ji xweşîyên hundir tune ye çavnebarîyê li sînga wî dike

çima ew ji der ve niştecî ye !

 

Zîqezîqa wî wan aciz dike, tu rêzdarîyê nadin nalîna pîrbûnê !

 

Dîlan dike, li çepikan dixe, li cem wê konsêreke ba heye !

 

Darên wan yên malpatê tune ne. Ev e alozîya dergehên hesinî !

 

Riha wî kur kirin, sînga wî firikandin û mîxên zîv li milên wî xisitin,

piştî vêqas xemilandinê li bala wî neket ku wê bibe terpîyek ji navrehnê malekê re!

 

Roja Îne, bi tevî bêrîya şêlûbêla zarokan, dike dergehê dibistanê !

Roja Înê, bi tevî bêrîya rambûna şemîyê, dike dergehê malê !

 

Weke ku tarî ne bes be rûyê wî bi perdeyekê dipêçin.

Hewaraaa ez ne pencere me, ez jî dixwzim temaşe bikim.

Tu kes li pirotêsta wî guhdarî nake, mijûl in, şanoyê dişopînin !

 

Ew li hundur e, li derve ye, nizane. Pirrbûna lêxistinê ew gêj kir !

 

Dergehê kozikê azad temaşe dike, çi guneh e dergehê serayê

Dîdevan her dem dîmenan ji ber çavên wî penhan dikin !

 

Karê me dike, radihêje navê me, lê ew, weke pencereyekê nêremê ye.

Wilo dergehên dep li ser dergehên ji caman diaxivin !

 

Bajar koka wî bi wî neda jibîrkirin,

weke xwe ma, weke ku li daristanê, hîna şipê radize !

 

Kilîta ku li alîyê kolanê radize nuha nas kir, nuha bi xwe

ku çi xweş e yek xwedî mal be, bera qulek be jî di dergehekî de !

 

Kî li dergeh dixe?

_ Ez Mehmûd im.

Her dem li xwe mukir tên yên bi lêxistina dergeh tawanbar !

 

Malên wan tune ne, ne jî merivên wan,

her roj di nav kesine nû de niştecî dibin dergehên hotêlan !

Yê xerat nehat wî siwar bike, her du di karbestê de ne îro !

 

Carnan kêfxweş derdikevin, carnan şil bi hêsiran, carnan bêhêvî,

çi bi wan dikin li wir ?!

Dergehên sînemeyan dipirisin !

 

Teq-req teq-req teq-req sê bukis li rûyê wî dan, lê milê wî nexistin polîsên qenc !

 

Bi tevî ku piçûk û dal e, mêr ew, ji nav hemî hevalên wî bijart.

Dilzîz rahijte wî, bi heydarî û li tirimbêlê siwar kir.

Ev e bilindîya herî xweş.

Ji xwe re got.

Li pêş malê mêr bang kir: Werin me dergehekî nû ji tiwalêtê re anî !

 

Em bi hêsanî nayên. Bo em jidayik bibin her dem dayikên me dikevin sîzeriyan de.

Dergehê dep dibêje û di damarên wî de bêhna birrekê bilind dibe.

Bi sedan termê papîrê min, bi sedan.

Di dojehê de helîyan, di dojehê de, boez bitenê  jidayik bibim.

Dergehê hesinî dibêje !

 

Baş e ji jina xwe aciz e, çima terqênîyê ji min tîne ?!

 

Ger ne ji peyamnêrê nameyan be wê ji nêza miriba.

Her sibeh destê xwe dirêj dike devê wî û nameyan pêşkêşî wî dike !

 

Buhişt e ev, xwarin pirr e, vexwarin, ronahî û seqayên Ewropayê.

Pirr kêfxweş e dergehê avsarkê !

 

Ba qedexe nakim, ne jî ronahîyê, ne jî dîtinê, bawerîya min bi demokirasîyê tê.

Lê tu xewa sivik qedexe dikî- ev e demokirasî ?!

Dergehê moxil dibêje !

 

Wan e, diçin, hemî tiştên xwe li kemiyonan siwar kirine

û li malê bitenê valahî ma, çima min digirin ?!

 

Her wan lihev tîne di nav du dîwarên ji hev dûr !

 

Bi ronahîya çiradana bi serê wî ve daleqandî

her şev wensa xwe bi xwendina pirtûka kolanê tîne !

 

Li ser çi xwe dibîne ?!

Weke me, di dawîyê de, ger ne li ser zemînê be kar nake.

Wilo dergehên malan diramin her ku dergehên balafiran ji wan re xuya dikin !

 

Mafdar e ku wilo serbilind bi buhayîya xwe raweste.

Dizan, bitenê movikên wî şikandin

û xwedîyê wî sed hezar dînar sikorta wî standin !

 

Navenda sînor di nav dewleta veşartî û dewleta danezan de qula kilîtê ye !

 

Çi bi şens e dergehê li geraca tirimbêlan rawestiyayî

bitenê rojê çar caran çengkirin kar dike.

Çi xemgîn e ji germbûna malbatê bêpar e !

 

Zengilek li milê wî siwar kirin, çi kêfxweş e,

ji nuha û pêve, bêyî ku şeqamekê li rûyê wî bixin wê henteşîya xwe danezan bikin !

 

Pirr diêşe destê zarokan nagihêje destikê wî yê bilind !

 

Ew dîdevanek danîn, çima naxwe nahêlin karê xwe bike ?!

Bi kîn li durişma dikanê dinihêre ( Em bi şev û rojan kar dikin)

 

Ez bi xwe nahêlim kesek bi zorê bi min bike.

Wilo radihêje dilgirîya xwe dîwarê di nav dergeh û pencereyê de

û mişkênzemînê dikenin !

 

Vedibe devê wî yê zexel, tê girtin. Tije ba dike û berdide.

Karê wî tune ye , wê çi bike ji pêvî baweşkandinê ?!

 

Kêmendam e bi kursîyekî elktirîkê dilive dergehê esensêrê !

 

Ev mêr ji binî nayê dema xwedîyê malê li malê be,

ev jin ji binî nayê dema xwedîya malê li malê be.

Dergehê kolanê matmayî dimîne,

bitenê dergehê odeya xewê nas dike, çima !

 

Çi pîsbûn e yaw bitenê mabû ku pencere li ser serê me siwar bibin.

Gazinan dikin dergehên tirimbêlan !

 

Te diz dîtin dergeho, te çima negot ?

-Kesekî ji min nepirsî !

 

Dergehên evîndarên paqijîyê bi xweşîya kedanan di destên zarokan de hest nabin !

 

Ev e dergeh?

-Ez dibêm ew e.

Dergeh hesretan dikişîne:

Hey bênanûxwê tu dibê ne ?!

Ma bi rastî te rûyê min nas nekir ?!

 

Du nîşan li milê wî xisitin.

Min tu lehengî nekirine, bitenê xwedîyê malê çû hecê,

çi kawikî ne yaw, ma ev hêja ye ku nîşana tûgeyekî bi min din ?!

 

Bo zarok derbas bibe, bo bager derbas bibe, ne xem e. vekirî ye !

 

.Zengil ji derban şîn bûye Tiştek bênirx tune ye !

 

Li hêvîya pêşwazîya wan radiweste, destê xwe dixe destê wan de,

ji wan re sînga xwe vedike

û bo derbas bibin xwe dide alî,

wilo jî kesekî ji wan carekê ji wî re negotiye: Were bi me re rûne !

 

Bi tirs li hêvîya mîvanên nû radiweste, ji mêj ve nas kiriye ku ew derbas nabin

berî ku lingên xwe, bi xwîna qurbanîya xwe paqij nekin !

 

(Ev mala me ye)

Di newqa min de, di destê min de, di zikê min de, di lingê min de !

Bi xêzên xwe yê ne xweşik ev zarok neqûşkan ji min dide her dem,

ji wî be ku ez nizanim !

 

Zarok rêzgirtî be li kesekî naxe. Wilo wî fêr dikin her dem.

Tênagihêjim.

Zarok li min naxe dema digire ser wan,

çima ji wî re dibêjin: Tu ne rêzgirtî yî ?!

 

Pencereya xayîn di rêya te re diz derbas dibin.

-Ez ne xayîn im, ez dal im !

 

Ev yê ku karê wî ye ba vegerîne bi hêsanî digediga mîrokan wî derbas dike !

 

Li ser termê min re derbas bibin, pakrewanîyê bêdeng bi min din.

Bang li xwepêşdaneran dike dergehê serayê !

 

Di xweşîyan de, weke ku di şînîyan de gêj dibe her dem,

êvaran çi dixwe dawîya sevê vedirişe !

 

Paye ma, şipê dema gulleyekê ew derbas kir,

niqutek xwîn ji wî nebariya, tiştek nekir

bitenê xwe hinekî da alî bo darbesta xwedîyê malê derbikeve !

 

Hinek zeyt dawîya zivistanê, dawîya havînê hinek rûn, çi dîdevanekî arzan e !

 

Ji birînên laşên van malan yên kûr re em birînpêç in !

 

Bêyî wan tu xweşîya êrîşên polîsan tune bû !

 

Ew dizanin ku kurmî bûye, wilo jî kesek wî nabe ser dextorê diranan !

 

Têkçû ew, çendî hewil da min bixîne, ez neketim.

Ne şermezarîyek e, serbilindîyek e, nîşanek e bi sînga min ve şûna pehînên wî !

 

Binihêre delal ta ku kesek bikeve vê mala vala de

tu dikarî demên xwe bi dîdevanîya tevna min derbas bikî.

Wilo pîrebok li ber dilê wî digere!

 

Hema ku pêrgî germbûna laşan tên ji ber xwe ve vedibin.

Çi sist in dergehên balafirgehan !

 

Ez serbilind im pencereyê, xwedîyê malê navê xwe bi sînga min ve daleqand.

-Çi guneh î yaw!

Çi serbilindî ye ku yê dîlgirtî rahêje navê dîlgerê xwe ?!

 

Nuha bendên wî vekirin, bêhnfireh dîyar dibe lewra !

 

Dergehên dep xwe dikûzînin

çi em li meyxaneyekê kar bikin, çi li mizgeftekê her agir e dawîya me !

 

Di zencîrê de kilîteke biçûk, dilger bi kevirê xemilandinê diçirise .

Hinekî ji xwe daxe kuro, ne ji min ba tu xuya jî nedikirî.

Pêde dipijiqe kilîta dergehê mezin !

 

Weke wijdanê cîhanê dergehê gurîngehê her bêdeng temaşe dike bê çi dibe !

 

Li dikana cîranê me bi dawîya xwe dirame:

-Perwerdeya zarokan?

-Dibe.

-Metbex?

-Heye.

-Pirtûkxane?

-Xwezî.

Ya girîng ew e ku neçim zindanê.

Dep ji vî karî naziktir e !

 

Dergeh çîrokê tevî dizanin, ji destpêkê, ta dawîyê !

Nûtirîn gotar

Gotarên girêdayî vê mijarê