Werger: Azad Ekkaş
Ji helbestvanên Yûnanistanê yên herî berhemdar û yên ku tên wergerandin, Yannis Ritsos (1909-1999) li Monemvasiayê hat dunyayê. Wî dayik û û birayê xwe yê mezin ji ber êşa ziravê ji ber dest dane, û wî bi xwe nexweşî girt. Di jîyanê de ew her xwe li komînîzmê ve girt, wî di nava refên berevanîya Yûnanî de li dijî dagirkerîya hêzên Tewerê şer kir, û di Şerê Yûnanî yê Navxweyî de wî alîyê komînîstan girt, lew re bi salan di girtîgeh û kampên girtîyên sîyasî de ma. Dîktatorîyata 1967-1974an sezaya sirgûnkirina nav welat dayê. Tev li van hemî astengîyan, Ritsosî bi sedan helbest, şano û werger nivîsîn. Û sala 1976 wî Xelata Aştiyê ya Lenîn wergirt.
Êvar e, zingila xwarina êvarê.
Qareqara xortan e, goka pê dilîzin.
Gelo ew doh bû? Tam nayê bîra min; rojavabûneke sûsret,
Ew qas binefşîn, hinde zêrîn, hinde gulgûn.
Li wir e, em sekinîn. Me sêr kir. Em axivîn, tek tek, me gotinên Xwe di ber ba de dinefilandin
Qey da ku tiştan pev re girêbidin, da ku bendên dilan vekin.
Nameyek gihaşte hewşa girtîgehê:
Kurê Panosîs hat kuştin.
Axaftinên me li dîwaran vehewîyan.
Ji nişka ve rojava bibû hîç.
Demjimêrên şevê nîn in. Hemû girêk sist bûn.
Teyfika Panosîs a alûmînyom rep û sar li ser masê sekinîye.
Me pal da, bi ser xwe de girt. Me hij hev din kir li dora wê Teyfika destlênedayî ya ku nema hilm jê hilbihata.
Li ber nîvê şevê pisîka reş di pencereyê re ket hundir û piçekî ji Teyfika Panosîs xwar.
Paşî heyv hat
Bêliv di ser teyfikê de hilawestî ma.
Destên Panosîs di ser betanîyê de
Bûbûn çinareke hişk.
Îca wisaye. Ma divê em ew qas xemgîn bibin da ku hij hev din bikin?
Yannis Ritsos-Rojnivîsên Sirgûnê
18ê, Çiriya Paşîn a 2016an
Jêder: Ritsos, Y. (2012). Diaries of Exile. (E. Keeley, & K. Emmerich, werger.) Brooklyn, New York, DYA: Archipelago Books.
Comments are closed.