Tora xelata te bû
Girî di hembêza min de
Şor dikir
Têkçûnên beravêtî sêwî
Û gêj diman
Ji gotinên xwe re dibûme kurk
Tora xelata te bû
Zarokekî sêwî li gundan
Bê mal û parsekê ken kirim
Laşekî hêrifî me
Di bendemana te de,
Di kavilên çareyên min
Yên sar de
Tenê hêvîyeke nuh biçîne
Awireke barkirî
Sozeke derew vede
Vede û dîsa here
Here
Û destekî din bi min
Biguvêşe
Yekî din di asoyên şînîyê de
Dîl bike
Ji gavên nuh bêweş bike
Ji xwestekên terr biavêje
Ji ezmanê gula sor
Binax bike,
Ez ê bextê xwe yê reş
Ji milên bêhişîyê biavêjim
Û ji
Te
Re
Bibêjim:
Ez siwarê xewneke rijiyayî me
Di gewdeyê gola xwe ya sor de
Digevizim
Ez pakrewanekî neveşartî me, çi bikim?
Keysa kela min
Li finasên sîpetîya te nayê,
Ev dever ne qada bazirgana ye;
Ez gotinên xwe nafiroşim,
Dev ji kenê bêhişîyê berde
Û
Were
Were di gerdena vê sibatê de
Di zîvînîya heyva beloq de
Li pişkokên şaxên min
Yên kat bigere,
Te çend ji yên ku
Ji temberîka te re
Xewnan dirêsin
Xistine nîşana xwestekên
Xwe yên har de
Te li gorî xwe
Çi xewn bijartîye û hûnandîye!!?
Ez ê çawa sînorên şînîyên xwe
Yên guneh
Bi gavên xilûxavî
Li şûna xwe bihêlim
Dikim ku xwe ji mîratên şevên
Te yên kal
Dîl bikim
Guhdarîya giregira
Gera rojên giran bikim
Û stêrên şevên te yên tal
Li ser gewdeyê xwe pûç bikim
Û bi razîbûnê bipêjim,
Xwe nespêre xewa payîzê
Û
Bilez were
Were
Ji qurçika dilê min
Bîna te tê.
Ji tîna awirên wê xelkîno
Dibim mij
Û tevlîhev dibim
Dibim dû
Û nema bi ser
Rêya vegerê ve dibim
Û dibim sitraneke bi şewat jî.
Comments are closed.