Ciwan Nebî
Rê, dema te negihîne derekê
Wê te bigihîne te.
Wilo dikarî dest bi helbesta xwe bikî,
Dest bi xwe bikî li pey asoyên comerd,
Sibehên fireh ên li hêvîya te rawestîyayî.
Dikarî xwe li rêya xwe gav bi gav bidî hev
Ber bi helbesta xwe de,
Gotin bi gotin helbesta xwe bidî hev
Ber bi xwe de.
Dikarî rêya xwe biguhêzî helbesta xwe,
Weke ku wêneyekê li seyranekê bikişînî,
Bi şahîya li seyranekê
Qeraxên rê yên rêzkirî biguhêzî,
Darên bedew li ser qeraxan,
Keskahîya daran ku bang li dilê te dike
Û bahozên ku bi ser wan
Û porê helbesta te de dibarin.
Dikarî bêhna helbesta xwe bikî li rêya xwe,
Bêhna xwe bikî di helbesta xwe de,
Çavên xwe bigirî, biherikî,
Weke ku rêya te bi tenê be,
Weke ku bi tenê bî li buhişta rê,
Bilind binihêrî, bi bawerî li kevirên ku rastî te tên.
Dikarî helbesta xwe bî li rêya xwe
Rêya xwe bî li helbesta xwe,
Yan bi wateyeke din: Xewna xwe bî.
Dikarî berê xwe bidî alîyê ku dixwazî,
Destê xwe bilind bikî weke ku stêrika xwe bigirî,
Xwe bigirî weke ku te tiştekî xwe dizî be.
Xwe bernedî û qîr bikî helbesta xwe, bang bikî.
Helbest, dema te negihîne derekê
Wê te bigihîne te.
Wilo dikarî dest bi rêya xwe bikî.
Comments are closed.