Xwîzîya xwedê di berde ma
Ezman ji kuxikê hejîya
Kulîyên berfê bi birûskê dişewitîn
Destên spî di barînê de diweşîyan
Bi dizî spîyê şermokmirî,
Di nîvê êşê de
Barîn barîyan
Xwedê zirz bû
Kêlîyên lavijan teng bûn
Di bêdemîya mirinê de
Pêjna mirinê bi bêhna çîçekên kirasê bûkanîyê yê teng diçikîya
Sitirîyên êşê di panîya can de neqrîsk vedidan
Berbejnên ji rîhana hawîr bîrê
Niviştên ji kevirên xêzkirî yên Ziyaretê
Weke nikildîkan xwe di botava gewde de çendikirin
Xwe li bin çengê jîyanê didan
Destên berfê bi tarîyê re
Mîna qeşayê diketin
Xak şiyatok bû
Her tişt bi livekê di min de werdibûn
Ez gora xwedê ya kûr bûm
Jîyan di min de hilnedihat
Çîya di bin berfa êşê de dilerizî
Xwedayê rût li quntarê
Û Şikevt lavij dizûriyan
Kevirekî zerhimî
Bi çarpîkan valahî radikêşa
Kevza jîyaneke melûl
Koşeyên çavên xav ên di aso werdibûn
Kesk diteqîyan
Xwedê sêdara mirinê bû
Perî ji baskên xwe dihatin bidarvekirin
Êvarê çîçekên xwe di sînga hewşê de di xewra dikirin
Bêhna sor weke sêncê xwe li dor henasên teng reşgirêdida
Roj ji êvarê ta berbangê dem dizê
Êş kêlî bi kêlî derengî mirinê beravêtî bibe.
Destên çilo ji vizîna bayê lerizînê
Di kortika dest de li veşara xwe digerîyan
Destên tenik di xwîna kesk de,
Weke mirinê zîldidan
Gir bi Xwedê ketibû
Şikeftika ezman xwe dixurand
Hespên Afirandinê xwe di Erdê didan
Hirînê xwe di sîngekê de ji kuxukê vedişart
Mirinê weke verşîyê di devê jîyanê re diavêt
Xwenên şewitî vedayî li ser irzêla kizirî radizan
Xirecira destên mirinê di bêrîka gîyan de dihat
Kenê li ser berdekî şehkirî ji keleha Mêrdînê
Li nava neynika goreke şermola ket
Gora ku bi şewqê nameyê mirîyan ji serdanvanan re dişandin, dilê keviran dişkand.
Tepan hewla Şîyarîya destan dikir
Tilî berf diweşiyan
Çima zîz, berfê girtibû ser çavan
Lêvên min çilo bûn
Destên min bi çixare û Qehweyê şewitî bûn
Min her tişt ji te re venegot
Û dilê min î sûrikî
Gulan xwe darbest dikirin
Baxan xwe didan ser milên xwe
Bi bêhna xwe,
Xwe li pêşîya pozê rêwîyan dixistin
Çivîkên penaberîyê di sîya baskên xilyayî de
Perî gij, çav şikestî hewla pira ber bi nepenîyê ve, didan
Gulîyên wê yên min tilî û êşa tilîyan pê re dihûnan
Gulîyên biçûk weke destekî
Gulîyên ku dirêj çavên nêrbûnê, bi ber ve dikişin
Bahola ser pişta min
Di dirîyên têlên sînor de aliqî
Şehekî darîn
Biska te ya bi ser min de kurkirî
Dînê Elsa ya Aragon
Û helbesteke hitim
Di şeva konçaleke sînor de werbûn
Ez awireke tazî bi paş têlan ketî
Hê korekî rût im
Awireke li dûv xwe me
Û
Çavxûz im
Min her deh tilîyên xwe vêxistin
Tu êşa ji milê min dirêjtir î
Taya te di destên min de girêkeke kor e
Min tifî ezman dikir, dûvikên şahrmaran û dûpişkên beyabanê di tarîya lepê çiyayê Evilezîzê de vedilîstin
Nerwrozê agir tif dikir
Şewatê şewat nedikuşt û mirin qemirî difûrîya
Ser çavên Xwedê
Min ewrek dihejand
Û di barîyam
Êvara wê,
Li pey sawêrên grînokî
Neynika rewrewkan dizîvirî
Pêyên te av bûn
Çûyîn çemekî di gerînokên xwe de diherimî
Hespên mirinê bi hirînê diketin
Hirîn êşa siwarên di ezmanê bezê de derizî bûn,
Diderizîn
Awir çav bi çav dirijîyan
Dawa ezman tijî mirin dibû
Çogên Xwedê di berfa te de dirikrikîn
Mirinê tilîyên min keritandin
Malavahî mîna kulma Xwedê
Li nav serê jîyanê ket
Tirêna gulan di şiva hesinî ya deştê de werdibû
Bayê berfê xwîn spî li dûv koçê rêzdikir
Hatin di qeftika îstegehê de diçikîya
Rênerîn balindeyekî arsimî bû
Reş dipişkîn qiralkên berfê, perîkên xwe.
Morîyên xewê çavên min dikurisandin
Parîyê dawînerîna min bû wêneyê di şikefta
mirinê de.
Dilê min bi çilê kewekê ket
Evîn perî bi perî, reng peritî.
Tirên di rêwîyan de diçengilî
Rêwîyên zivik, mirî giran dicircirîn,
Di bin qirçîna şiverêka hesinê qerisî de,
Diperçiqî, sorê dilên rêwîyan
Rêwîyên êvarê
Hişê min weke xewnekê li xewna nedihat bîra min, digerîya
Destên min di baranê de,
Ji lêgerînê diwerivîn,
Li pey xewna şil a êvara wê.
Comments are closed.