HELBESTINE BIJARTÎ – Ciwan Qado

Di sala 1980yî de helbestvan Ciwan Qado li bajarê Amûdê ji dayik bûye.
Aniha jî li Almanyayê dijî. Berhmên wî
-Marên kor, helbest, 2003.
-Bi dizî min di dilê xwe de stra, helbest, 2008, hîn nehatiye çapkirin.
1
Wek kirasê feqîrekî ku ji fedîya pîneyan bermeqlûb hatibe li xwe
Kirin, hatime li xwe kirin.
Ber bi hundir ve kupiya ne xwestek
Wek derzîyên ku nih ji talana tezebûna şadîyê û dirûna birînan
Vegeryabin
Xwe li hawîrdora canê min diçikînin,
Ev canê ku derzîdanka sawê ye
Kizinê nehedanê ye
Motka sîmirgan e, di hundirê wê de razayî me û rûyê min bi dîlok
Û wêranê seyandîye.
2
Serê min mişt çavên mirîyan
Ên mişt liberxweketin û ser hevde ne
Çavine vekirî,nerînên wan di wan de mirar çûne,
Li bin çirisînên wan ez laşê teze daxdayî yên xwestekên xwe
Dibînim, her gav bi cotekî ji wan dibînim digrîm û hesretê tîr
Dikim,
Çavên min ji zû ve mirî ne, di nav girî de fetisî ne,
Di korahîya wan de her roj çavekî nû diseyînim,
Bînahîyan bi darçînê dinuxumînim.
3
Xewa min qet bi qet bûye
Wek parîkên nên ên ji ber nexweşan dimînin,
Wek terîşkên zêde yên berr û merşên koçeran
Û pîneyên li ser anîşkên hejaran.
Wan di kêlîkên pêşî û çavfireh ên xilmaşîyê de bi hev vedikim û
Dûra rê didim nehedan û taswasan ku li gor hawên xwe ji wan
Mitêlekê bidrûn, da karibim pê alîyê kurmî di canê şiyarîya xwe
De binixumînim.
4
Navê te wek heywanekî birîndar di şikefta devê min de dinale,
Nale nalên wî şûna dengê min digre, ji birînên wî hingivekî tarî û
Merd diherike, ji xweşîya wî dixwazim devê xwe biseyînim heya
Ku sax bim hew vekim,
Ji keyferata xwe nav û gotinan tevî dide ber xwe û dixwe
Peyvxur e, dermale ye lê destê min lê nagere wî serjê bikim
Ew sawêrdana sert a zimanê min e
Gwîzana minyaî ko yî çênî ye
Ku ji bo gurandina mêşînîya mayî hilandîye .
5
Kulîlkên westanê yên zivir î mezin di şûna xwestekên mirî de şîn
Tên û di sîkên wan ên tîr de mejî fêkîyên gumanê yên xerabe
Diqeşêre.
Gotin bi hev re wek tûpişkine ku lehîyek di kulmoza wan de
Rabûbe diherikin gewrîya min, li wir bi hev vedidin û dimrin.
Ev dengê ketî û fedyok
Ne yê min e
Ev bêhna mirarçûyîna gotinan e
Tirba pêşwext a bînahîyê ye.
6
Di çavê razayî de deştek berfîn diherife û dihile
Çavê din vekirî şiyar tê de xewnbest çavê heywanekî mirî diçîne
Û bi kulîlkeke xişxaşê wî dinuxumîne
Di hundirê min de çavê liberxweketinê
Yê bêbîk sist û bêrazan ziq li min dinêre
Wek paşîveke sar li ber poşmanîyê têm danîn.
Xêzeke sor a zirav î bêdawî di nav pirêzeyeke fireh de
Xwestekeke xwîna xwîşkên xwe di fincaneke ferfûrî de vedixwe.
7
Li ser şopa bistanê xewê yê li bin livînan şîn tê
Livînên poşman û dilbitirsan
Xwas û bêdeng ji desthilanî dikevim
Pelên lemên şebeşan ên hênik rûyê min dinuxumînin
Di şûna tirsê de fedîyê li ser diparzinînin
Û xwenbest bi dîlok û kilaman min av didin
Pêre pêre li ser livînan wek kulîlkeke jehirdar, rengîn î mezin şîn
Têm
Li dora min marên zarokan ên ku şopa xewnên xenîmên xwe şaş
Kirine direqisin
Û zimanê xwe ên çetelî û şayik di ser pelên min re dibin û tînin.