Sê rojin ku Leylayê li quncikekê ya odeya xêniyê hevalbendê Mîrê Talanêronştiye.
Xwe bi ser hev de civandiye û di çareyekê de boazadîya xwemijûl dibe, kûr dirame,da ku ji destê Mîrê Zalim rizgar bibe.
Dîmenên bûyera roja yekem ji talanê,li ber çavên wêne.Dîmenên roja ku serê wê di bin cawekî rengereş de tewandîbû, roja ku zilamekî rîdirêj ew bi werîsekî li nava kolanên Bajarokê Til Eferê bi dûv xwede meşandibû û li bazara koleyan qelenê firotina wê bi xelkên weke xwere giftûgo kiribû.
Di wê rojê de çavên Mîrê Talana (73)yan bejna wê dîtibû,û Mîrê çavdiz wê gavê gotibû : “Ev milkê mine”.
Çîrokên ku bavê wêberiya xewê jêre digotin bibîrtîne. Çîrokên êş û azara(72)talanan, û çîroka Leyla Qasimtêbîra wê. Ji xwe dipirse:
“Çima navê minjî weke navê wêye?”
“Gelo wê carenûsa min jî wekeya wêbe?”
Di şêweyêkuştina xwe de dirame. Tevzînokan li laşê wê xistin. Tirseke ji temenê wêyê (16)salî mezintir dilê wê girt.Pêre hêrs daxwe û got:”Sozdidim ku ez nehêlim Mîrê Qirêjê bi min şa bibe”. Piştî kêlîkekê Leylayêbi çoşeke mezin soza xwe bi cî anî.
Comments are closed.