العربية
Çîrok

ÇAVÊN VEMIRÎ – Arya Hacî

17 Sep, 2018
Tablo ya şêwekar Rêbwar Pervîzî ye - Rojihlatê Kurdistanê
Tablo ya şêwekar Rêbwar Pervîzî ye - Rojihlatê Kurdistanê

 

Dema ku çavên meriv vekirî bin, û roj tevde şeva tarî be, êdî ne mal ne jî mewda bi tevahî ji vî merivî re wateyekê didin jîyanê.

Wiha rojên Nazê bi rengê reş derbas dibin, her roj mîna ya berî wê,bê kêf û bê wate diçin, dibe ku carcaran dengê zarokên wê di nav talbûna jîyanê de, çêjatîyeke şîrîn be, lê ew jî, ne her kêlî jibo wê peyda dibe.

Tev liku narvîna giran a li dijî Nazê rabû û her du çavên wê jê stend, zarokên wê, hêvîya jîyana wê jî bi narvînê re heval bûn, û tilîyên xwe ji nav tilîyên daîyka şîrîn derxistin û dûr çûn.

Nazê bi tenê, bê çav, bê hêvî, mîna gemîyeke şikestî di nav pêlên tarîtîyê dedifetisî, bê çare bû, lê dema ku meriv xwedî xwişk be tu carî bi tenê namîne, êdî dinya bi çavên xwişka xwe didît.

Xwişka wê lê xwedî derket, hewil da ku Nazê ji nav bêhêvîtîyê bikşîne, êdî Nazê ji xwişka xwe re bû mîna zarokeke nûxwedêdayî, xwarinê bi destê wê dixwe, avê bi destên wê vedixwe, cilên wê diguhêre û demekê dirêj li civata wê rûdine, û li ser jîyana li derdora wê jibo wê diaxive, mîna ku ev xwişk ji Nazê re bûbû du çavên nû.

Her cara ku dengê telefonê tê, Nazê bi eşq li dora xwe dizivire, bi hêvîya ku hin ji zarokên wê bin, wiha ye ku dilê wan li ser daîyka wan be û daxwazê jê bikin ku bi wan re bijî, û gava birastî zarokên wê li ser xeta telefonê bin, bi tenê çend xulekan diaxivin û xatirên zuha ji vê daîyka bêbext dixwazin, careke din dengê wan ji Nazê re dibe kelem û mîna ku xwê li ser birîna wê de bête rijandin û ji nû ve ev birîn vedibe, wiha dilê wê dişewite, û bi hestekî birîndar serê xwe li ser balîfa xwe datîne û di nav tarîtîyê de dikeve xewke giran.

Çendî meriv di canîya xwe de bi hêz be, çendî ku xwedî zarok be, û her ku mal û mewda hebin jî, lê dema narvîn zora meriv bibe û xurtir be, ronîya dinyayê di çavan de vemirîne, êdî ev meriv dibe nola dareke şikestî û roj bi roj di nav pêta jîyanê de dişewite.

Nûtirîn gotar

Tablo ya şêwekar Rêbwar Pervîzî ye - Rojihlatê Kurdistanê
Avatar

Hisên Zêdo

17, Sep, 2018

SOZA LEYLAYÊ – Hisên Zêdo

Bêhtir
Tablo ya şêwekar Rêbwar Pervîzî ye - Rojihlatê Kurdistanê
Arya Hacî

Arya Hacî

17, Sep, 2018

ÇAVÊN VEMIRÎ – Arya Hacî

Bêhtir

Gotarên girêdayî vê mijarê

Tablo ya şêwekar Rêbwar Pervîzî ye - Rojihlatê Kurdistanê
Avatar

Hisên Zêdo

17, Sep, 2018

SOZA LEYLAYÊ – Hisên Zêdo

Bêhtir
Tablo ya şêwekar Rêbwar Pervîzî ye - Rojihlatê Kurdistanê
Arya Hacî

Arya Hacî

17, Sep, 2018

ÇAVÊN VEMIRÎ – Arya Hacî

Bêhtir