Li gundewarên Qamişloyê, di zaroktîya xwe de, wêneyên mêvanên malê li ser dîwar û kaxetan dineqişand, piştre li Şamê, li ser rêyên penaberîyê, tevî astengîyan ku di demekê de bûn rêgir ku Şêrîn Kolêja Hunerên Bedew nexwîne, lê wê dest ji xewna xwe berneda, reng û cawên spî li her derê hevalên jîyana wê ne, ta wê radeyê ku dibêje: “Reng ji bo min jîyan e”.
Şêrîn Dawûd, ji bajarê Qamişloyê ye, li gundê Girmisîn di sala 1985an de jidayik bûye. Û niha li Hannover a Almanya rûniştîye. Beşê Ziman û Wêjeya Ingilîzî, sala 2009an, li zanîngeha Şamê bidawî kiriye û piştî zanîngehê hunera şêwekarîyê du salan (2010-2011) li amojgeha Edhem Ismaîl li Şamê xwendîye.
-Tu dikarî behsa zaroktîya xwe bikî, û çawa dikarîbû bandorê li te bike wek şêwekar?
Bi zaroktî min gellek ji hunerê hez dikir û herdem min li ser rûpel, dîwar û axê xêz çêdikirin.. min bi nehênî, wêneyên mevanên mala me xêz dikir. Malbata min gellekî alîkar bûn bi min re, bi taybet bira û dêya min .. û ew xewin ku ez bibim şêwekar li cem min ma..ta niha.
-Bi nerîna te, heta çi radeye hunera şêwekarîyê dikarîbû bibe deng û rengê kêşe û pirsgirêka Kurdan li derveyî welat?
Li derveyî welat hunermendên me yên Kurd dikarin êş û azarên miletê xwe bi xelkên Ewropa û cîhanê bidin nasîn ..ew huner dikare bibe rêyek ta miletên din êşa milletê Kurd û qêrîna wî bibhîzin, hunermend bi vî şêweyî dikare bibe dengê gelê xwe li derveyî welat, bi nerîna min şêwekarê kurd jî heta radeyekî dikarîbû vî erkî bi cih bike.
-Şêrîn Dawûd, heta niha beşdarî çend pêşengehan bûye? Tu dikarî behsa beşdarîya xwe di pêşengehan de bikî? Çi li Kurdistanê û çi li derveyî welat?
Ez li Şamê beşdarî pêşengehên Amojgeha Edhem Ismaîl dibûm, û min li wir xelatek jî wergirt, ez li Herêma Kurdistanê sê salan, ji 2013 heta 2015an mam, lê ji ber karê min wek prodîser di Rûdawê de, ku demeke dirêj ji min dibir, ez beşdarî pêşengehan nebûm, lê niha li Almanyayê ku ez ji destpêka sala 2016an ve ez li vî welatî me, ez xwedan mersema (atelier) xwe ya taybet im, ez beşdarî gellek pêşengehan bûme, li Hanover, Bon û Krefeld.. çi bi kurdan re û çi bi alman û italîyan re.. ez niha jî endam im di Komeleya Reng Art de.
-Dema ku, Alman û Îtalîyan li tabloyên te dinerîn çi digotin?
Hunermend ji Almanya, Îtalya, Birazîl û gellek welatên din, dema li tabloyên min û tabloyên hunermendên kurd dinerîn, bêhtir Kurd û êşa Kurdan nasdikirin û digotin divê em pêşengehan bi hev re lidarbixin.
Di yek ji pêşengehên me de ku li ser cînosayda li ser Şengalê bû, me dikarîbû dengê jinên Êzidî û azarên dîl, revandî û êşa dayikên Şingalê bighînin hunermend û bînerên Ewropî û cîhanê.
–Tu wêneyên jina Kurd dinexşînî, jina Kurd di hemû rewşan de, dema nan dibe mal, dema hinaran dide hev û dema karûbarê mala xwe dike, di van tabloyan de tu ciwanîya cil û bergên Kurdî jî dîyar dikî ji bilî gellek tiştên din, tu dixwazî çi bighînî bînerên van tabloyan?
Ez wek hemû hunermendên cîhanê hez dikim forma jinê di tabloyên min de hebe, û bo min bi taybet jina Kurd..Jina Kurd bi cil û bergên xwe yên folklorî tabloyeka hunerî bi can e, rengên cil û bergên wê rengên jîyanê ne, min xwest ez hemû folklora me ya Kurdî bi nifşê nû bidime naskirin ..her tiştên Kurdî yên kevin û resen vegerînim jîyana me ya nû bi rêya tabloyan ta ku neyên jibîrkirin.
-Şêrîn Dawûd, kî ji şêwekaran wek nimûne ji xwe re dibîne, kî bandora xwe li hunera Şêrînê kiriye?
Gellek hunermendên Kurd bandora xwe li min kirine, wek Malva (Omer Hemdî), Înayet Etar, Luqman Ehmed, û pirr hunermendên din .. ez jî dixwazim di vê rêyê de bidomînim û folklorê Kurdî bi hemû xelkên din bidime nasîn.
-Reng di jîyana Şêrîn de çi ye?
Bêguman reng bo min jîyan e.. eger roja min ne di nav rengan de be, ew roj kêm e ..hez dikim her car ji wan rengan mirov û dîmenên siruştê li ser tabloyan çêkim û can bidim wan, em Kurd, bitaybet, bi rengan re mezin bûne, ev tişt di rengên cilûbergên me, û di mala Kurdî de dîyar dibe.
-Şêrîn Dawûd di tabloyên xwe de, rûxsarê (rûyê) mirov bitaybet jî rûxsarê jinan dinexişîne, çima?
Ez hez dikim fotoyê mirovên temen mezin binexişînim, rûyên wan hemû êş û azarên jîyanê, him jî ciwanî û evîna jîyanê nîşan didin, ev dihêle ku ez girîngîyê di wêneyên xwe de bidim nexişandina rûyên mirovan.
-Tabloyên te bêhtir bîner dibin nav rewşa mirovê Kurd, êş, azar, awat û xebata wî bi şêweyekî babetyane nîşan didin, berî te jî gellek şêwekaran ev yek kiriye, aya ewqasî ev alî di şêwekarîyê de girîng e ku te jî xwestiye bi şêweyê xwe yê taybet cih di vî warî de bigrî û pencemora te hebe?
Ez wek keçeka Kurd, min gellek êş û newekhevî û zordarî dîtîye ..bo nimûne ta niha ez bê nasname me ..ji ber ku ez Kurd im ..ev êş ta niha bi min re maye.
Min xwest bi şêweyekî babetyane tabloyên xwe binexişînim, tablo bi vê yekê dikare bi hêsanî ji alîyê her kesî ve were fam kirin, her kes dikare tabloyê bixwîne dema şêwekar bi şêweyekî babetyane, rasteqîne, pirs û kêşeya di tabloyê de bide dîyarkirin. Ji ber vê min xwest bi vî şêweyî tabloyên xwe ji bîner re bidime xuyakirin.
-Yekemîn tabloya te nexişadîye li cem te ye, te tê de çi nexişandîye?
Min tabloya Bêrîvanê çêkiribû, lê ew li cem heval û biraderan ma ..mixabin sûretê wê jî li cem min nemaye..yeke din jî hebû ya guhertina navbera nifşan (difference between generations) min pîrejinek û keçek xêz kiribû ta ku guhertinên di navbera nifşan de dîyar bikim, ew tablo li Qamişloyê maye.
-Tu yek ji endamên Komeleya Reng Art e, li Almanya, tu dikarî behsa vê Komeleyê bikî û girîngîya endamtîya şêwekar di vê komeleyê de çi ye?
Komeleya Reng Art ..ew komele wek yekgirtîyeka Kurdî ye bo hemû hunermendên kurd li cîhanê .. ew dihêle pêwendîya me li gel hev hebe û gellek pêşengeh bo endamên xwe li Ewropa çêkirine û damezrandina wê li Bajarê Bonê di sala 2018an bû, ev komele bi rêya dahatên çalakîyên xwe yên hunerî piştevanîya herêmên Kurdistanê dike, bitaybet herêmên Rojavayê Kurdistanê û xelkên wê …ez bawer im di siberojê de wê gellek karên baş ji bo hunera Kurdî bike û gavên mezin biavêje.
-Dawî gotina te ji xwendevanan re çi ye?
Hemû hunermend, di hemû warên hunerê de, bi bîner û hezkirîyên karê xwe mezin dibin, bêyî wan hebûna hunermend bê wate ye, an ku ne hunermend e, bi hêvî me ku bîner û şopînerên tabloyên min ji karê min razî bin.
Comments are closed.