HEVPEYVÎN LI GEL HELBESTVAN: ŞÊXMÛS SEFER

 

Helbestvan û nivîskar Şêxmûs Sefer di 1977an deli Mêrdînê ji dayîkbûye, di sala 2012an de bû serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, û di sala 2013an de di encama kongira 8an a Pena Kurd de li Amedê, hate hilbijartin bo serokatîya Pena Kurd.

Di sala 2006an de ji weşanxaneya Lîsê bi navê “Bîstan Hatin Berdan” û di sala 2011an de ji weşanxaneya Ronahîyê bi navê “Piştî Xezal Terqiyan” ev her du berhemên helbestî hatin çapkirin, her wiha di gel wan karan tevan de rojnamegerîyê jî dike, û gellek bernameyên wêjeyî û hunerî di TV yên kurdî de amade û pêşkêş kirine, û di rojname û malperên Kurdî de bi awayekî berdewam nivîs û gotarên wî belav dibin.

 

HELBESTVAN ŞÊXMÛS SEFER
HELBESTVAN ŞÊXMÛS SEFER

 

-Ezmûna nivîsandina bi zimanê dayîkê bo te tê çi wateyê, nexasim ku zimanê Tirkî bi berferhî cih di mejîyê kurdên Bakurê Kurdistanê de girt, jixwe rêjîmên desthiladar ên ku dagerkerîya Kurdistanê kirine bi hemû şîyanên xwe xwestin ziman û çanda kurdî tune bikin, ji ber wê jî zimanê kurdî ma dîlê malan tenê.

Ev qonaxek tevlih e. Pêşî tu bi zimanekî mezin dibî, ew kêlî di rastîya xwe de bingeha jîyana te saz dike, yanî temenê te yê mayî hemû li ser wê zarokatîyê derbas dibe, eger qelen avahîyek be, ew kêlî û ew dem dibe bingeha wê avahîyê. Îcar ji ber wê ji bo hemû Kurdan pêşî bingehek xurt ava dibe û paş re ev bingeh (zimanê dayîkê) rastî tîr û topên Tirk û Ereb û Farisan tên. Îcar di vir de tiştê girîng ew e ku tu xwe ji van êrîşan çi qas dikarî biparêzî. Ji ber wê ye nivîskarek navdarê Kurd dibêje “pîvana neteweperwerîyê ziman e”. Ji boyî min ev nerîn pirr di cih de ye. Ji ber wê jî ez tu wateyê nadim ew kesên ku ji bo Kurdan têdikoşin û zimanê Kurdan nizanin, naxwazim ew Kurd be!

Bi taybet ev mijar ji boyî min xwedî hestyarîeyeke cuda ye. A rast ew e ku ya min jî wekî ya her zarokekî Kurd e. Belkî Bavê min di heftsalîya min de min bir dibistaneke leylî û jimin re got tu here polê ez li vir bende te me. Ez piştî li ber mamostayekî Tirk ku min tiştek jê fêm nedikir ji polê derketim û bazdam çûm cem bavê xwe, min nerî ne li bexçeyê ye û ji wê rojê pê de ez lal bûm(!)

Min ji zimanê xwe hez kir. Jê nexeyidîm, hêwir bû ji bo min. Ew germahîya ku zimanê min dida min tu carî zimanê Tirkî neda min. Berî her tiştî cihê zaroktîya min bû kurdî, berîyeke dûr û dirêj bû, çîyayên bilind, zinarên bedew bû.

Eger min binivîsanda nedibû bi zimanekî din binivîsim. Eger min helbest binivîsanda wekî Ebdula Peşêw gotîye; ma dibe ku bi zimanekî din binivîsim eger kurdî hebe!

Min bi xwe di destpêka salên 90î de li Stenbolê dest bi nivîsandina Kurdî kir.

-Helbest cihekî pirr mezin di wêjeya kurdî de girtîye, sedema vê yekê çi ye di nerîne te de, û çima celebên din ê wejeyê bê guhdan in?

Çend sedemên wê hene, yek jê her kes difikire ku helbest celebek pirr hêsan e û dikare helbestê binivîse. Ev hinekî bi hestên merivan jî girêdayî ye, hest û helbest, lê tiştê girîng ew e ku tu çawa dinivîsî, ne ku tu çi dinivîsî. Her kes hîs dike, her kes di jîyana xwe de ji tiştekî hez dike, hest jî kêm zêde wekî hev in. Lê bi hezaran kes helbestan dinivîsin, çend kes di bîra me de dimîne wekî helbestvan, an jî wê çend kes bimînin wekî helbestvan.

Ya din jî helbest di kurdî de her hebûye, celebên din paşre cih girtin. Ev hinekî bi qonaxa jîyana meriv jî girêdayî ye. Bi bajarvanîyê hin celebên wêjeyê derketin pêş û bajarvanîya Kurdan jî hinekî nû ye.

-Îroj helbesta kurdî gihaştîye kîjan astê, heger em bi nerîneke rexneyî lê binerin –çi ku tevgera rexneya wêjeyî pirr lawaz e- em dikarin çi ji bo miletên dîtir re bibêjin û çawa helbesta kurdî ji wan re pênase bikin?

Helbesta Kurdî ji roja roj de heta aniha di asteke pirr baş de bûyî, lê mixabin wekî Ehmedê Xanî gotîye bazara wê tune (bû) ye. Bi ya min em di rexneyê de zêde neheqîyê li xwe dikin. Di dema Ehmedê Xanî de jî (bi giştî helbesta kilasîk) helbesta Kurdî baş nehat zanîn û aniha di ya modern de jî. Gellek kurdnasên bîyan Ehmedê Xanî di asta herî bilind a cihanê de dîtine lê me wî zêde nas nekiriye.

Îroj mixabin bo helbesta nûjen jî em dikarin vê bejin. Ji helbestvanên soran heta yê kurmanc dewlemendîyeke ecêb û helbesteke pirr xurt heye.

-Gelo em dikarin bêjin ku du qonaxên helbestnivîsa kurdî heye, qonaxa kilasîk û ya pexşan, û ev her du qonax girêdayî hiş û çanda kurdî bû yan kete bin bandora hiş û çandine din de?

Qonaxa helbesta Kurdî bêguman hebûye, wekî gellek wêjeyên din ê cîhanê. Qonaxa kilasîk bêhtir Kurdî û xwerû bûye her çi qas peyvên bîyan zêdetir tê de hebûye jî, ruheke kurdî û sosyolojîya kurdî di helbesta kilasîk de xwe dida xuyakirin. Lê bi helbesta nûjen ev yek zêde xuya nake. Şêwe û celebên nivîsandinê guherîn, dinya guherî û Kurdî jî divê xwe adapteyî vê guherînê bike.

-Dengbêjîya kurdî ji hunerên tewrî zengîn in, û tê nasîn ku ew stonê helbesta kurdî ye, ta çi radeyê sûd ji vê hunerê hate wergirtin, û helbestvanê kurd dikarîbû vê celebê bike nimûneya helbestek resen bo gelê kurd? 

Dengbêjîya kurdî bingeha gellek hunerên kurdî ye. Ev yek ji bo helbesta kurdî jî derbasdar e. Dengbêjî hinekî vegotineke helbestîye jî di koka xwe de. Li dinyayê kêm mînakên wê hene lê mixabin ev jî hêdî hêdî wekî gellek tiştên me ji dest me diçin. Helbestvanê kurdli gorî min nikare formeke nû bide dengbêjîyê, tenê dikare jê sûdê werbigire.

-Tu di warê ragihandinê de jî kar dikî, li gorî kar û xebatên te û şopandina te ji ragihandina kurdî re, gelo em dikarin bibêjin ku kurd xwedî ragihandin in li himberî ragihandina ku li dijî wan kar dike. Û li alîyekî din ragihandina kurdî dikarîbû bi erkê xwe yê neteweyî di vê qonaxa girîng de rabe?

Ragihandinek heye lê mixabin em nikarin bêjin sedî sed ragihandinek azad e û di bercewendîya gelê xwe de ye. Dîsa mixabin her rêxistinekê li gorî îdeolojîya xwe, nerîna xwe û feraseta xwe ragihandineke dîtbarî û nivîskî ava kiriye. Û hema hema hemû kesên cuda difikirin di televîzyon an rojnameyên xwe de dernaxe. Ev yek jî bi demê re gellek probleman çêdike. Bawerî kêm dibe û temaşevan û şopdarên wî tiştî dibin wekî kesên alîgir ên tîma futbolê.

Ev ne bes e di van salên dawî de jî hin ragihandin peyda bûn ku bi giştî li dijî bercewendîya Kurda ne û bêthir jî li gorî sîyaset û bercewendîyên desthilatdaran tevdigerin. Lê hûn bala xwe bidin ragihandina desthilatdaran, çi dema ku bercewendîya neteweya wan, dewleta wan were holê hemû dibin yek û nabe ku tu tiştekî cuda ji wan bibihîzî yan bibinî.

Ez nabêjim ev yek jî tişteke pirr baş e bo ragihandineke azad û serbixwe lê qet nabe heta Kurd bigihêjin mafên xwe yên neteweyî divê wisa tevbigerin. Wekî din rêyek din tuneye.

Em baş dizanin ku hêza herî mezin yek jê ragihandine, lê divê ev ne di bercewendîyên kes û rêxistinan de be, pîvan divê bercewendîyên gel be. Eger ev bibe dê ragihandina Kurdî bi erka xwe rabe.

-Tu dikarî PENa kurd ji xwîneran re bide nasîn, kar û xebatên we di hundirê vê sazîyê de, û aniha çi proje li ber destên we hene?

PENa Kurd di sala 1988an de li Kolnê ava bûye. Heta 2013an jî navenda wê li Almanyayê bû. Bi kongreya xwe ya di 2013an de biryar hate girtin ku êdî navenda wê li Amedê be. Li dinyayê 144 navend heye û PENa Kurd yek ji wan e. Çar komîteyên PENê heye; komîteya ziman û werger, komîteya nivîskarên zindanê, komîteya jinê û komîteya aşîtîyê…

 

Heta ji me hatiye me nûnertîya Kurdî û Kurdan di asta navneteweyî de kiriye. Her sal kongreyek giştî li welatekî dinyayê dibe û em beşdarî vê kongreyê dibin. Di nav birêvebirîya PENa Kurd de ji her çar parçeyê welêt hene. Ev PENa Kurd hinekî ji sazî û rêxistinên Kurdan ên din cuda dike û ji hemû nerînên sîyasî hene. Bi vê yekê em hêvî dikin PENa Kurd bibe modêlek ji bo hemû rêxistinên Kurdan. Endamên me ji welat, Ewrupa, Amerîka, Kafkasya û li cihê din hene.

-Helbest boyî te çi ye, û ti berhemên te yê nû ku bêne çapkirin hene?

Di filîmekî de di şerê bidestxistina Qudusê de fermandarê artêşa Xiristiyanan ji Selahaddinê Eyyubî dipirse: Çi ye ew tiştê ku Qudus ji bo te ew qas pîroz dike û ji bo wê ew qas kes tên kuştin? Selahaddîn bi bişirînekê pêşî dibêje: Qudus ji bo min ne tişteke, piçekî dimeşe û dizîvire, dibêje: Qudus ji bo min her tişte.

Mesele hinekî ev e bawer im, ji bo min jî helbest ne tişteke û her tişt e jî. Hinekî mesele hestên meriv in. Dem û hest pirr girîng e bo helbestê.

Dosyaya min a sêyemîn heye, lê zû ye bo weşanê, min nedaye tu weşanxaneyan û demekê din jî naxwazim. Helbestên bo lîstikên şanoyê yê Mem û Zîn û Hamlet jî min nivîsandibû, ji bo çapkirina wan jî demêkê fikirîm derxim lê ji dile ji min nehat. Aniha wekî  din tu berhemek din li ber destê min tuneye.

-Gotina dawî, çi di dilê te de ma û te negot?

Gotinek pirr kilasîk e ema em Kurd di qonaxeke ecêb re derbas dibin, bi rastî beşek ji dinyayê wisa ye lê çerxa felekê aniha hinekî li dora Kurdan diçe û tê. Emê çi qas karibin vê demê ji bo bercewendîyên gele xwe bikar bînin, tiştê girîng ev e.

Hêvî dikim her kes di beşa xwe de karê xwe baş bike û em hêjayî vî gelî û vî zimanî bin.

Spas bo ku we jî…

Comments are closed.