العربية
Gotar

Kakil 11- TEV-DEM û ENKS bi ser ketin – Ferîd Mîtan

23 Nov, 2019
Wêne: Azad Evdike
Wêne: Azad Evdike

 

Kakil 11

Ferîd Mîtan

Gelo ji wê dayîka ku li ber dengê “Şervano” çarika xwe dihejand û dilîland û kezeba xwe, xweşmêrê bi zend û bend, bavê 7 zarokên sêwîmayî, bi rê dikir, piçekî şerm nekirin?

Di hizûra wî bavê dengxweş da ku li şûna şîn û zêmaran, dîloka “vê carê rast e” ji lawê xwe ra digot û ew disipart axa sar, di wê kêlîyê da wijdana wan nelebitî?

Wan çavên ku di bin konik û penagehan da bi hisreta bêrîkirina Serê Kanîyê, Girê Sipî û Efrînê ji girî û libendemanê zuha û melûl bûne, hinekî be jî, rayê mêranîyê li enîya wan duta nekir?

Kê ji kê sitand, çawa û ji ber çi 3 deverên kurdistanî ji dest çûn, ji bo ku bimînin çi dibû û li kû û bi qasî top û guleyên bi ser me da barîyan pirs?

***

Dijminê me di navmala xwe da helwesta xwe bi yek kir û li ser ku heta ji dest wan ve bihê ew ê xwîna kurdan bimijin li hev kirin û kirin jî. Di nav xwe da serê hevûdin jî bişikînin ne xem e, lê di meseleya tirk û tirkîyê da, pê li her tiştî dikin.

Xelkê Cizîr û Kobanîyê, heçku li ber hafa mirinê be, di ekranên televizyon û telefonan da li mistek hêvî digerîya ji bo ku warê xwe bernede; ka mezin û şarezayên me çi difikirin û ew ê çi bikin û aniha çi dibe?

Li şûna mistek hêvî, gurzên bêhêvîbûnê daweşîyan çavên wî; enksîyekî digot, “me ji wan ra digot sîyaseta we şaş e, lê bi ya me nekirin û eha hûn dibînin çi dibe!”, yekî din, “apoçî di vê qonaxê da gelekî bi haceta me ne û em ê bi hêsanî bawerîyê nedin wan.” û li vî milî tev-demîyekî wiha mesele şirove dikir, “berxwedana me hişt ku Erdogan agirbestê qebûl bike û êrîşê bisekinîne, lê dîsa jî em ê nesekinin!.” û di nava vê qerebalix û bêrêzîyê da pêjna tişta ku dê bibe û çarenivîsa deverê nedihat.

Di vî şerî da tevgera sîyasî ya kurdî bi ser ket, alîyekî ji kurdan ra da zanîn ku ew di nerîna xwe da bi ser ket û sîyaseta şaş a alîyê din bi bin ket; alîyê din jî ragihand ku wî bi darê zorê agirbest bi Erdoganî da qebûlkirin û ev yeka han jî biserkeftineka dîrokî ye.

Erê, TEV-DEM û ENKS bi ser ketin, heke bi bin biketana, herî kêm dê endamekê wan lêborîna xwe ji vî gelî bixwesta û li mala xwe rûnişta.

Tenê ew gewdên westîyayî yên di dibistanên Hisiçayê û kampên Waşûkanî û Berdereşê da raxistî û ew axa bi xwînê avdayî ya ku di vê kêlîyê da, di bin lingên dagirkeran da ji hêrsan dike bipijiqe, bi bin ketin.