Nivîskar: Hişam Eslan
Ji zimanê Erebî: Hozan Ismaîl Hemê
Tev li ku têkilîya wêje bi sînemayê re tekûzkirî xuya dike, lê hin romannivîsan –ew bi xwe– ji bikaranîna sînemayê ji romanên wan re, qayil bûn, li gorî gotina Gabriel Marquez û her wisa Necîb Mehfûz ê ku xwe mîna her tiştî di kar didît, nola romannivîsekî ku bûyer û kesayetîyên romanên xwe weke ku wî dixwest bi rê dixist. “Lê sînema karê grûpan e, tu kes bi tena xwe nikare biryaran bistîne”.
1- Marquez û Korasawa û Hîroşîma:
Hin serjimarên fermî –di destpêka salên 90î de– dan xuyan ku hejmara kuştîyên Hîroşîma û Nagazakîyê gihaşte 230 hezar kuştîyî, di heman demê de, hin nerîn amaje dikirin ku hejmara neragihandkirî bêhtirî nîv milyon kesî ye.
Di heman maweyê de, ango piştî nêzî 50î salî ji teqandina her du bombeyên Emrîkî, 2700 kes dihatin dermankirin ji bandora bombeya atomî, “Dêmekî hîn jî tu Jabonîyan dikujî” derhênerê Jabonî Akîra Korasawa vê gotinê dibêje û dipirse: “Gelo çima ev bûyer li bajareke ku sivîl tenê lê dijîn çêbû ?”.
Karasawa ne di hevpeyvîneke rojnamegerî ya normal de diaxivî, lê dema ku li ser yek ji nûtirîn filmên xwe “Rabsodya Fî Agustus/Rhapsody in August” dixebitî, Gabriel Marquez pêrgî wî bû û hingê hevdîtinek pê re çêkir û “Los Angeles Timesê” di 1991ê de ew weşand.
Çîroka film li ser pîrekê ku ji teqînê filitîye, her wiha li ser têkilîyên wê bi nevîyên wê re. Mebesta wî –li gorî gotina wî– ew bû ku wêneyeke dirust ji birînên ku bandora çekên atomî di dilê gel de hiştibû bîne ziman, her wiha bê çawa ev birîn hatin dermankirin. Di nerîna wî de, zortirîn tiştê di mijarê de ew bû ku Jabonîyan mijar paşliguh xistin. Sîyasetmedar jî, ji tirsa Emerîkîyan re bêdeng man, dibe ku ravekirina Harry Truman bawer kirin dema got: Teqandina bombeyê ji boyî bilezkirina bidawîhatina şer bû”.
Marquez dibêje ku bawerîyên wî yên kesayetî bi mirovatîyê ve ji filmên Karasawa wergirtîye, û ketiye bin bandora nerînên wî, ne tenê ji alîyê sitemkarîya Amerîkî ve ku bombeyên atomî li dijî sivîlan bikar anî, lêbelê ji alîyê plangerîya deshilata Jabonî bi ya Amerîkî re jî da ku bihêlin ev bûyer di nav gelê Jabonyayê de bêjibîrkirin, lê nerîna wî ji ya Korasawa cuda bû çi ku wî nifir li wizeya atomî dikir bêyî ku wize di çalakîyên ne leşkeran de bikar bên. Karosawa wisa bersivê dide: “Dê meriv bêhtir xwe nas bikin dema têbighêjin ku warine din di jîyanê de hene nayên kontirolkirin. Ez bawer nakim ku ji mafê me ye em zarokine bê kemax bînin dunyayê, an jî hespine bi heyşt lingan, weke ku aniha li Tişîrnopilê çêdibe”. Berî ku hay jê hebe ev gotûpêj pirr jidil bûye “Ji destpêkê ve ev ne di bala min de bû”.
Ev hevaxavtin di navbera her du hunermendên mezin de, der barê dîyaloga hermayî li ser têkilîya wêjeyê bi sînemayê re bû.
Li gorî Marquez hindek romannivîs ji bikaranîna sînemayê ji romanên wan re qayil bûn. Derhênerê Jabonî vê yekê vedigerîne du xalan: A yekem, hin derhêner ne hişyar bûn bê çi qasî zehmet e ku wêneya wêjeyî di rêya sînemayê re bête wergerandin. A duyem, ew e ku heger ê derhêner tiştekî lê zêde bike, li gorî yê romannivîs, sedemeke ku beşek baş ji romana wî di dîmenan de cihê xwe nebîne. “Carinan dibe ku mebest ji nivîsandinê tiştek be lê nikarîbû bi şêweyekî dirust bêne ziman”.
Hevpeyvîn di kovara (Elfilm) de ku sernivîskarê wê nivîskarê Mesrî Samih Samî bû, di hejmara xwe ya dawî de hate weşandin, û Mihemed Tariq ew ji “Los Angeles Timesê” wergerandibû zimanê Erebî.
Desteya nivîskarîyê hejmareke tayebet bo têkilîya di navbera her du navgiran de (wêje û sînema) terxan kir. Navçeyên wê di bin sernavan de hatin jimartin; hin ji wan: “Jêwergirtin di sînemayê de… gerîna li bûhayê û veguhastina nûjenîyê” yên Welîd Elxeşab. “Pesindayîn di navbera wêje û sînemayê de” ya Selma Mûbarek, “Jînenîgarî di navbera wêje û sînemayê de” ya Dalîya Elsûceynî. “Peyiv û Kamera…derbirrîna kîjanî xurttir e?” ya Nermîn Yisir. “Vebêjtin û Sînema” ya Eşref Elsebax, û warine din jî.
2- Bêsûda Narvînan:
Necîb Mehfûz li ber destê derhênerê Mesrî yê navdar Selah Ebû Sêf fêrî nivîsandina senaryoyê bû, jixwe Ebû Sêf ji bilî romana “Ebes Eleqdar/Bêsûda Narvînan” sala 1974an, a Mehfûz nexwendibû. Gellek caran Ebû Sêf û Mehfûz bi hev re rûniştin, Ebû Sêf hûrbînî û teknîkên nivîsandina senaryoyê jê re dan xuyan, her wiha komek pirtûkên girêdayî bi vê hunerê dane wî, Mehfûz ew bi kelecanî xwendin. Mehfûz dibêje: “Ebû Sêf filmek li ser Enter û Ebla amade dikir, min dest bi nivîsandina senaryoyê kir û daxwza wî encam da, encam jê re (di nerîna Ebû Sêf de) pirr balkêş bû. Hingê min 100 cinêh (pereyên Mesrî) wergirt, ev yek dergeheke nû di jîyanan min de bû, nola derxistina petrolê di Kendava Erebî de”.
Mehfûz ji karê xwe yê nû piçekî aciz bû, çi ku di romannivîsîyê de, wî xwe weke her tiştî di kar de didît, bûyer û kesayetên romana xwe li gorî nerîna xwe ya taybet bi rê ve dibir. “Lê sînema karê gropekê ye, tu nikarî bi tena serê xwe biryardar bî”. Îcar xweşbûna destkeftîyên diravrî hişt ku van mijaran tevdan paşliguh bike, li gorî hevpeyvîna wî ya berfireh bi Recaa Elneqaş re, ku li jêr navê “Sefehat Min Muzekkerat Necîb Mehfûz/Rûpeline Ji Bîranînên Necîb Mehfûz” hate weşandin. Pirtûkek fena jîyannameya “Elherafîş” e. Hevpeyvîn ne bi dariştineke kilasîk hat nivîsîn, lê ew bi şêweyê axivîner hatiye nivîsîn.
Di vî beşî de, têkilîya wî bi sînemayê re, ne tenê li ser karê xwe wekû senaryonivîs an jî tev li ku pispor bû di vî warî de, axivî; tu carî senaryoyê filmekî ku çîroka wî ji romanên wî ne nenivîsandîye. Her wiha li ser nerîna xwe der barê çavdêrîyê de ku wezîrê çandê hingê Serwet Ekaş karê serokatîya wê spart wî, axivî: “Danûstendinên min bi berhemgeran re hatine birrîn, û min nema tu çîrokên xwe firotin wan, qena derîyê xatiran bigirim, lê pejirandina min ku bibim Birêvebirê Giştî yê Çavdêrîyê pirsnîşanek li ser rûyê heval û xwîneran nîgar kir. Gelo ezê çawa azadîxwaz bim û paşê razî bim ku çavdêrek li ser hunerê bim û sînoran ji azadîya hunermendan re çêkim?”.
Çavdêrî wekû têgihaştina Mehfûz ne hunerî ye, û dûrî hunerê û nirxê wê ye, lê erkê wê ew e ku parastina sîyaseta dewletê ya bilind bike, her wiha birrîna rêyên arîşeyên olî ku bibin sedema pirsgirêkekê, û parastina nirx û nerêt û tîtalên civakî li gorî rewşa heyî. “Ji bilî wisa ji mafê hunermend e ku nerîn û bocûnên xwe bi şêweyê bixawze bêne ziman”, danerê ” Zarokên Taxa Me” wisa dibêje!
3-Axiftineke din
Carekê derhênerekî mezin ji hevalê xwe yê romannivîs re got: Heger tu romaneke orte bikî filmek sînemayê ev karekî pirr hêsan e, lêbelê hevrikîya rasteqîne ew e ku romaneke gewre bibe filmek sînemayê yî xweş. Mebesta wî ew bû ku karê veguhastina wêneyê ji romanê bo televîzyonê wê qet ne serkeftî be, ji ber bûyera di romanê de wê ne heman bûyer be di kamerayê de. Lê mercgirî ew e ku tiştên di romanê de nehatibin naskirin bêne dîyarkirin, mîna hewildanekê bo ku li bersiva pirsên di romanê de bigere, yan bi kêmanî, pirsan ji hev din derxin, ne veguhastina heman deqê bo navbijîvanekî din re.
Derhêner: Dema ku em nivîsandinekê ku dikare dûrahîya dîtbarî bi rengekî baş pêk bîne, dibînin. Em dibêjin: Ev e Sînema.
Romannivîs: Dema ku em li filmine xweş temaşe dikin, em dibêjin: Ev e Roman
Comments are closed.