PÊLA FRANSAYÎ YA NÛ (1959-1967)- Savînaz Evdikê

 

Frensa û sînema Frensî di şerê cîhanê yê duyemîn de:

Frensa di şerê cîhanê yê duyemîn de di serdemeke tarîtîyê yî dirêj de jîyan kir, deshilatdarîya Elmanyayê ronahî li ser Fransayê qut kir, bi şevderketin qedexe kir û bi roj milet kontrol kir, miletê Frensa rewşên herî xirab dijîya, pencereya wan a ronahîyê sînema bû, her kesî berê xwe dida sînemayê lê sînemayek bi sînor û di bin kontrolê de temaşe dikirin, desthilatdaran fîlmên Emerîkî qedexe kirin, tenê hinek fîlmên Elmanî teqlîd ji fîlmên komîk ên holîyûdê re hebûn.

Di nava wan çar salan de 200 çêkerên fîlman çêbûn , lê her 200 jî di bin kontrola ceneralên Elmanyayê de bûn, wê demê tenê çend fîlmên ku bêhna sînemaya Frensî ya kevnar ji wan tê bi tirs derketin holê û pirr zû vemirîn ji wan fîlman:

-Ronîya Havînê 1943 Jan Gemillon.

-Mêvanên Şevê 1943 Carne.

-Qedera Ecêb Ya Disiree Clary 1941 sacha  Guitry.

-Destên Goupî Yên Sor 1943 Jasques Becker.

-Qijik 1943 Henri Georges Clouzot.

 

Frensa û sînemaya Frensî pişşerê cîhanê yê duyemîn:

Frensa di sala 1944an de azad bû, lê asta fîlmên ku li Frensayê çêdibûn bilind nebû, piştî azadîya Frensayê li fîlmên Birîtanyayê û Emerîkayê temaşe dikirin, dîsa jî çend fîlman pirr miletê Frensayê bi alîyê xwe ve anî wek:

-Zarokên Bihuştê 1945 Marcel carne.

-Şerê Sika Tirênê 1946.

Lê vekirina qada sînemayê di demeke pirr zû de hişt ku ciwan lêpirsînê bikin û têkevin gotûbêjên pir kûr, di van gotûbêjan de ciwanan xwe û nerînên xwe di sînemayê de anîn ziman, ji ber vê yekê gellek rojname, kovar, komeleyên ciwanan çêbûn wek:

-Kovara Ekrana Frensî.

-Kovara Nerînên Sînemayê.

-Club û sînemaya Henry Langlois.

-Rojnameya Sînemayê.

 

Derketina pêla nû ya Frensî:

Ji wan ciwanên ku nivîsên wî di kovarên sînemayê de hebû (Andre Bazin) di 1951ê de kovara bi navê (Lênûskên Sînemayê) derxist, piştî demek pirr biçûk, ew bû kovara sereke ku ciwan lê kom dibûn, ew ciwan jî bûn rexnegirên herî sert li hemberî sînemaya Frensî ya kompleks û li hemberî kêşana li studyoyê û sînemaya klasîk bi gotarên pirr xurt derketin, bi rihê xwe yê ciwan doza azadîya sînemayê dikirin.

Di sala 1957an de rojnamegerek bi navê Françoise Giroud nivîsek di kovara (Express) de belav kir, di wê nivîsê de François digot 8 milyon ciwanên ku temenê wan di navbera 20-25 salî de ne dibêjin pêlek nû ji ciwanan derdikeve û ew tiştên kevin û klasîk namînin, François gotara xwe bi navê (Pêla Nû Ya Frensî) belav kir.

Ew rexnegirên ciwan ji bo ramana xwe bînin ziman, bi zimanê xwe yê taybet fîlm çêkirin, fîlmên wan pirr serkeftî bûn û ji ber ku ramana wan yek bû û nû bû, navê fîlmên wan bû fîlmên (Pêla Nû Ya Frensî) piştî wê bûn dibistanek di vî warî de.

Ji fîlmên destpêk ên pêla nû ya Frensî:

-Hîroşîma Evîndara Min 1959 Alan Rinie.

-Nefesa Dawî 1960 jean luc Godard.

-400 Derbe 1959 François Truffaut.

Pêla nû ya Frensî:

Rexnegirên lênûskên sînemayê, yên ku dibistanek sînemayê çêkirin bandor ji rastbînîya Îtalî û fîlmên holîyûdê girtin.

Têgihek bi navê (Tewrîya Afrîner) çêkirin, di vê tewrîyê de dibêjin ku derhêner bavê fîlmê xwe ye, ew senaryoya fîlmê xwe dinivîse û ramana xwe pê tînê ziman, di pêla nû ya Frensî de sînarîst nema.

                        

Taybetmendîyên pêla nû ya Frensî:

1-Kamîre sivik û aktuel.

2-Cihên xwezayî.

3-Ronahîya xwezayî.

4-Diyalokên azad û rast.

5-Deng zindî tê qeydkirin.

6-Qefiz di montacê de mînak: Kurek dibêje heger dêya min min bibîne ew ê bikeve erdê, ji nişka ve em dibînin dêya wî dikeve erdê …

7-Dema rast (fîlmên seat û nîvek di rastîyê de jî seat û nîvek dixwe

8-Temaşevan nikare texmîn bike piştî her dîmenekê dîmenek çawa tê

9-Dawîya fîlm ji bo temaşevanan vekirî dimîne.

10-Lîstikvan azad e.

11-Yekemîn car fîlm tenê li ser jinê çêdibin.

12-Monoloj (axaftina bi xwe re).

13-Diyalogên rehet.

14-Bandorên hestewarî û saykolojî li ser temaşevanan dihêle.

15-Ramanên mirovahî tînê ziman.

16-Nivîsên derhênerên pêla nû rêyek vekir da ku sînema weke hunerekê di zanîngehên hunerê de werê dayîn.

17-Hinek fîlmên Frensayê wê demê pirr têkilîyên zayendî tê de derbas dibûn, navê wan fîlman jî (Evîna Konserwa) hin kes van fîlman vedgerînin vê dibistanê, lê ew ne di vê dibistanê de ne.

18-Ya herî girîng ji bo derhênerên pêla nû ew e ku derdê xwe bînin ziman.

Derhênerên pêla nû ya Frensî:

-Jean luc Godard

-François Truffaut

-Claude Chabrol

-Eric Rohmer

-Agnes Valda

-Jacques Rivette

-Jacques Demy

 

Deh fîlmên herî navdar ên pêla nû ya Frensî:

 

1-Nefesa Dawî 1960.

2-Hîroşîma Evîndara Min 1959.

3-400 Derbe 1959.

4-Goştfiroş 1970.

5-Şeva Min Bi Maud Re 1969.

6-Ji jîyana Xwe Re Dijîm 1962.

7-Çermê Nerim 1964.

8-Cleo ji 5 ta 7 1962.

9-Ascenseur Pour l, Echafaud 1958.

10-Sala Par Li Marienbad 1961.

Comments are closed.