Sergei Parajanovli baytexta Gurcistanê Tiflîsê, di çillê 1924 an de ji dê û bavekî Ermen re çêbûye,li gorî mihricanaRotterdamê ya navneteweyî ew yek ji bîst derhênerên bêhempa yên cîhanê hate danasîn.
Helbestvanê dîdmendîyê yê Ermen,Parajanov nola derhênerekî sihirbaz ku di nav buxçikên avsûneyên Qafqasyayê û Rojhilata Navîn de çîrokên xwe yên ku bi zimanê serxwezayê bi me re diaxivin, berhev dike.
Wek siwarekî serxweş li dûv evîna xwe ya bi xemil û xişlên Gurcistanê hatiye xemilandin kap û kazên mîtolojya lihev dide û serûbinî hev dike.Parçeyên destanan dûvdirêjî hev dike, wan ji kirasekî dixe hemû kirasan, û carcaran wan nîvtazî di hişê kargeha xwe ya cadokerîyê de dihêle.
Alavên avakirina naveroka dîmenên xwe ji serpêhatîyên kelepûrî û oldarî digre, û jinûve mebestên wan dixe pergala bedewbûn û şadewerîyê,ne ku watedarîya van serpêhatîyan winda dike, lê ji her sembolekê ku di çîrokên heyî de peyda ye nûnertîbûyîneke hunerî zêderew peyda dike û bi hêsanî ji xwe re dibêje ev çîrok bi vî rengî pêk hatiye, û ev e rastîya wê mîna ku mirov helbestan ji xewnên xwe binîvîse û di şîyarbûna xwe de li rûdêmên kesayetên ramana xwe çavbigerîne, an ku ew sazûmankarê xapînok e ji kevneşopîya “gelên xwe” re lê li ser rêya pîrozbahîya çelengîyê de.
Filmê Parajanov ê binavê (Shadows of Forgotten Ancestors/Sîyên Dapîran Ên Jibîrkirî) ji çîroka nivîskarê Ukraynayî,Mykhailo Kotsiubynsky, yê ku guhdanê bi çandênetnografyayêdikir, hatiye çêkirin. Mijara film jî jîyana neteweyaCarpathian Hutsul tîne ziman, ew jîyana dijwar a ku xelkên vê çandê dijîn tevlî dewlemendîya kelpûr û kevneşopîyên rengareng dike, film bi xwe zengînîyeke rengan û awayên şînî û şahîyê yên evsaneyî dîyar dike. Tişta balkêş ewe ku Parajanov di vî filmî de gellek cihêwazîya bikaranîna kamerayê pêk tîne, çi ku gellek caran rexneya ku ew şêweyekî ji şano bikar tîne lê dihate kirin, lê di vî filmî de yê ku ew bi xwe wek filmê xwe yê yekem binav dike pîvanên sînemaya wê demê bi rengekî pirr cuda pêk anîye, nemaze dema ku kameraya xwe bi serê dareke pirr bilind vedike û bi darê re tîne xwarê, û dema ku bi yek carê dîmeneke dirêj ji şahîyekê re tevlî rêûresmên cenazeya kuştîyekî dike, ku kameraya xwe bi awayê dogma xebitandîye,ev film di sala 1965an de hatiye çêkirin, û li dûv wî bi 4 salan filmek din bi navê (TheColorofPomegranates/ Rengê Hinaran)ê ku jîyana helbestvanê Ermen Sayat Nova vejîyan dike, çêkiriye. Ji xwe bi rêbaza xwe ya cihêwazbêyî ku axavtin di film de hebe bitenê navnîşanên sereke ji dîmenên ku qonaxên jîyana vî helbestvanî dîyar dike. Di vî filmî de cardin rûdêmên berizkirina hestên neteweyî wek nexşeya Ermenistanê ya ku bi xwînê yan bi ava hinaran tê çêkirin û ala Ermenî bi hirîya rengîn ku bi gelemperî qirkirina çand û hebûna gelê Ermen di Semiotics film de tê xuyakirin, û li vir pirsgirêkên mezin li beramber desthilatdaran têne holê, ji xwedi wê demê de pergala Yekîtîya Sovyetêbîrdozîya wê rê nedida kêmneteweyan an çandên cihêreng ku bi rengekî vekirî taybetmendîyên xwe yên neteweyî bidin pêş, ji bo vê yekê film hate astengkirin û Parajanov bi nejadperestîyê hatetawanbarkirin,û ji ber ku gunehê wî ne pirr xuya bû û girtina wî ne ta dawî qanonî bû hinek tawanên din jêre peyda kirin, wek Homosexuality û girêdana bi hêzên derveyî welat û xebatên li dijî Yekîtîya Sovyetê û her wiha gellek bêbextî hatin ruqifandin.
Parajanov li amojgeha Gerasimov Cinematography aMoskovayê xwend, ev amojgeh ku yek ji kelehên kibox ên sînemayê ye û devereke ku gellek sînemagerên bêhempa li wir bûne pêşengên sînemaya cîhanê, mîna Igor Chavchenko û Alexander Dovzhenko, û tev li ku ev mamosta û zanîngeh cihê Realîzma Sovyetên Sosyalîstê ne,ku Parajanov şagirtê wê bû, lê wî gellek guhertin di karûbar û kesayeta xwe de ava kir, ji milê girêdana wî bi çandên gelên Qefqasyayêû şîroveyên wî yên cihêwaz ji folklorê reng û mûzîka (welatên wî) re,û hemû neteweyên ku li herêma Qefqasyayê û heta bi Kurd, Faris, Turk, Azerî ûher wiha kêmneteweyên din nêzî xwe didîtin. Siryoga Parajanov nikarî bû bi tenê cil û bergên Gurcîyan li jineke Gurcî bike, lê li gorî wî ji bo jinek bibe simbola çanda kevnar a vê herêmê gereke Xeftanekî Azerî, Şaleke Kurdî, Pêşmalikeke Ermenîû Kolozeke Tirkistanîyan li vê jinê bêne kirin ta ku bibe nola tabloyeke rengîn û Îkona van çandên zengîn û giranbuha, pirranîyan em dikarin bibêjin hemû cil û berg, xeml û xêl, xişl û neqiş, tablo, kum, koloz û alavên seyr û morîk û kolaj ku di filmên Parajanov de hatibûn bikaranîn ji karê destê wî bixwe ye, gellek caran bizêdebûn û kêmcaran kirêtbûna rengan û tiştan dida pêş,li ber ti têghaştinên bisînor nedirawestîya û ji bilî ku ew li herêmeke xwedî kelepûreke zengîn ji dayîk bûye, lê malbata wî jî di karên hunerî û bazirganîya entîkeyan de kar dikirin ji bo hemû mêvanên xwe dîyarî amade dikirin, dîyarîyên wek qiloçekpezkuvî ku wî bi xwe rengîn kiriye, yan pertelek caw ku li ser destan hatiye çêkirin, û wî tenteneyeke bi tayên qesebî li dor kiriye, bi dehan mehfûr, Berr û merşikên Îran û Qirxizistanê li dor xwe kom kiribûn, û çep û rast li mêvanên xwe yên taybet digerand;Parajanov comerdê kelepûrê yê afrîner bû.
Pirsên niha dibe ku mirov di serê xwe de bigerîne ji bo nêzîkatîyên Siryoga Parajanov ji kevneşopî û şêwekarîya taybet a hunera karê destan re,ku bi çi rengî bûn? Ew sihirbazê bedewîyê bû, ji her tiştî huner diafirand, ta bi xirxirkên zindanê yên ji ber girtîyan diman, lê girêdaneke kûr bi wateya her ziravîyên tîşka vê erdnîgarîyê bi rêzgirtin û hestwarî radihişt naveroka dîroka destan û çîrokên gelan, û ta bi çîvanokên herî hûr û xeyalên cih û şûnewarên kevnar. Yek ji wan filmên balkêş ên derhênerê me (The Legend of the Suram Fortress/ Destana Kelha Suram) di vî filmî de girêdaneke gîyanî di navbera rûxandina kelhekê û çîrokeke hezkirinê de ava dike. Evîn, wefadarî, hicran, tolhildan, kîn û canfedakirina ji bo welat, ji çîrokeke dîroka Gurcistanê dibe xêzikên nivişta rengereng a filmê Parajanov ê piştî ku ji zindanê hate berdan,çêkir. Filmê destana kelha Suramê bi evêna Durmişxan û Varde dest pêdike, û xapandina ji milê axayê gundê wan ku sozên azad kirine, û alîkarîya ji bo zewaca wan pêk neanî, û bo sedema ku Durmişxan dûrî yara xwe bikeve û li karekî bigere da bikare wê ji xulamtîyê azad bike. Di gerra wî de pêrgî bazirganekî mezin tê û pêre dibe alîkar û wî li gel xwe dihêle û bi demê re hevjînekê jêre dibîne û kurek wî jî binavê Zurab çêdibe, wê gavê jî Varde agahî distîne û tê ku tola bendewarîya xwe ji Durmişxan hilde û bi rola sihirbazekî navdar radibe, û di girêdaneke aloz de dinavbera ruxandina burcên kelha bajarê ku kurê wî lê jîyan dike û mijarên welatparêzîya kur de, lihevanîneke falvekirinê peyda dibe ew jî ewe ku gereke Zurab xwe feda bike da ku ev burc careke din nerûxin, ev fal bizanebûn ji alîyê Varde ve tê pêşinyarkirin ta ku kîna xwe hênik bike û Zurabê bê guneh xwe di nav herrî û kevirên burcê de vedişêre,ango ew kelh dibe gora lehengîya kur û hesabdayîna xapandina bav. Ji çîrokên cuda yên ku di film de têne holê çîroka jîyana bazirganê ku Durmişxan xilas kir heye, ew jî bi balkêşî behsa reva xwe ji zilma deshilatdarên welatê xwe dike û çawa ola xwe guhert ji ber ku ew mirovekî xiristyan bû, lê ji bo ku xwe biparêze hate nav deverên mislmanan, û bû misilman, û dema xwest ku careke din vegere ola xwe vê carê li ser destê kesine tundrê ku li devera Qefqasyayê belav bûne, tê kuştin, û êdî ew desthilatdarine bi vî rengê xuya di çîroka film de nayê dîtin, ji ber ku hemî dîmen pirr simbolîk hatine kişandin,her qonaxek ji destanê bi kevaleke ji xweza, sewal, gemîyên ku li ezman daliqandî ne, deryayên kuji cavênşîn, mêw, karnevalên zewac û mirinê, kerwanên barên wan,şens û devgirêdan û mûzîk cadukarî ye, mirovên bi cil û bergên dîrokî (helbet li gorî nerîna Parajanov a taybet ji dîrok û cil û bergan re) ev hemî alav û xişlên Parajanov ên hercar in, mîna ku pêşangehên çandî û kelepûrê ava dike, talankirina ol û sitemkarîyê ji şêweyê jîyankirina gelên herêmê re tîne ziman, mayindebûna çanda resen a dîdbarî û wêjeyîû ramyarî li dijî qirkirina hebûna gelên Gurcistan û Ermenistanêû yên ku li van welatan dijîn,hemû kes di film de bi cezbê ketiye, û her kesek nûnertîya çelengîya gîyanî û hunerî ya beşekî ji muzayîka paşmayên rojhilat û reqeplkên mîtolojîya cîhanê bigiştî dike.
Mirov nikare zêderewîya ku hinek caran di dîmenên Parajanov de derbasdibin hest neke, gellek caran niqirandinî ji milê avakirina kerekteran ve û terzê nîşandana wateya kûr a çîrokê dîyar dibe. Lê ji ber ku pirrê caran derfetên bikaranîna teknîkê û alavên pêşketî yên çêkirina sînemayêji bo wî nedihat peydakirin, sedem jî boykotkirina karê wî ji alîyê sistemê ve, û bi behaneya ku filmên wî ne ji rêzê ne, rê li pêşîya gellek rêbazên ku xebatên çêkirina filman hêsan dikin, dihate birrîn. Lê heger mirov têgihaştineke cuda ji evsûnên wî re peyda bike û asoyê pêşinyarên wî yên cihêwaz zelal bike, dê kesayeta lêkolînerekî giranbuha li ber çavan bibîne.
Gemîya ku Parajanov wê di ezmanan de dadileqîne ne yek tenê ye, lê nûnertîya hemû gemîyane, yên ku hişê deryayan talan dikirin, di wê serdemê de gemîyeke bilinde, li jore, mîna xwedawendekî desthilatdare; ku ji xwe li bin wê karkerên barkirinê di bin bar de pişt xûz bûne, li vir Parajanov deryaya rasteqîne bikar nayne û careke din em dibînin ku wî lehengek filmê xwe di nav cawê şîn de noq kiriye, ramanên wê kesayetê yên tevlihev wek pêlên deryayê yên ji caw çep û rast dike, û windabûna wî dide nîşandan. Bi qederê re kelovajîyan dike û qerfan li helwestên hişk ên civakê dike.her sewalek an teyrek ji yên ku di felsefeya xwe ya dîdbarîyê de bikar tîne mîna ku helbestvan nêzî ziravîyên zimanekî dibe, sembolîzma bûneran digre û di hucreyên perstgeha xwe de ji hiş dibe, û carcaran tiştan ji hebûna wan a asan dixe watedarîyek mîtolojîk û serxwezayî. Di gellek filmên wî de ji Minyaturaên kevnar sudê digre û ew bi xwe jî vê yekê tîne ziman, û hinek tabloyên vê hunerê jî di despêk û nava film de dide nîşandan, helbet bi mûzîkeke ji heman çavkanîyên çanda van tabloyan û amûrên wê. Sergye Parajanov pêxemberê xwedîderketina li gîyanê şaristanîya resene û nobedarê şîfreyên wê ye. Ev sînemager û şêwekarê bêhempa li pêrgî gellek êş û azaran hat, çi di dema ku di zindanê de bû û gellek nexwşî wê çaxê lê kom bibûn, û çi dema ku ji zindanê derket û bê ti derfetên jîyankirinê mabû. Hejarî di demeke dirêjde jê re bûbû heval, û ji bo vê yekê ew nirxandineke bi vî rengî dike:”Min hewldaneke mezin kir ji bo ku ez xwe bighînim akademîya sînemayê li Moskovayê da ku ez xizanîya xwe derbas bikim, lê ji wê rojê ve, roja ku min xwendina xwe qedand, ez di xizanîyekê mezin de jîyan dikim”.

Ji derhênerên ku Parajanov bi wan bandor bûye,Pier Paolo Pasolinibû, û pirr nirx didayê ji ber balkêşîya filmên wî ji alîyê Felsefî û dîdbarî ve, û ji ber ku Pasolini balgiranî dida raman û wêjeyê, û her weha hevalê wî yê navdar derhênerê Rusî Andrei Tarkovsky ye, çi ji alîyê hunerî ve yan ji yê xwedîderketina li hev din, û li gorî ku Parajanov dibêje, carekê ev rexene li hevalê xwe Tarkovsky kirye:”Tu hevalekî bêhempa ye lê tiştek ji hunera te kêm maye, ew jî eve ku tu bikêmanî salekê di zindanên Sovyêtê de nemayî, li wê deverê di nava tarîyê de dema ku tu birçî bî û spî li ser laşê te diçêrin tê bikare birengekî cuda bi cîhanê birame, bi rok û jîyan û azadîyê birame; û wê her tişt di çavên te de bibe binirx”. Filmê dawî yê ku hate çêkirin Aşiq Qerib dîyarî gîyanê Tarkovsky kir, ev film wek ên berî wî, çîroka aşiqekî û gerra wî ya wek hewarîyekî hizretê Îsa, lê ne bigotinên xwe, bi mûzîkjenîyê, vêcarê aşiqê me rê dida pêşîya koran û deng dibir kerran û derîyê asê vedikirin, dîsa hinar û mêwên celebcelebhim wek nîşanên pîrozîyê û him yên devgirêdanê jî dida xuyan.Muzîk û bi taybet tembûra Gurcî amûra xelasîyê û serkeftinê bû.
Di 11ê tîrmeha 1990î de, li bajarê Yêrîvanê paytexta Ermenistanê Sergei Parajanov jîyana xwe ji dest da, bêyî ku filmê xwe yê bi navê (Mikurbûn) bidawî bike, û barê wî filmî ji rêhevalê xwe MikhailVartanov re dihêle.
Çîroka me ya dawî ya ku Parajanov nekir film, a Ciwanekî Eremen e, li Moskovayê dixwend û ji jineke Tatar ên Moldovayê hezkir û pêre zewicî. Lê dema ku malbata jinê bihîst, û li gorî irf û adetên wî gelî, hat ku Qelen û bedela qîza xwe bigrin.Icar ciwanê ku ji malbata xwe ya dewlemend veqtya bû, ji ber ku li ser karê bavê xwe nesekinî bû, cardin xwe avêt bavê xwe û pereyên bedela hevjîna xwe jê xwest, bi soza ku wê lê vegerîne.Lê bav qebûl nekir, û malbata hevjîna wî dîsa li gorî tîtalên êla xwe gerek ev jin bikuştana û bi hinek xapên gemar li rawistgeha tirênê ew avêtin ser xetê nav dolabê tirênê,hesinê kerr. Ev fertone bandoreke mezin li vî ciwanî kir û dema ku xwendina xwe ya hunerî qedand her car evê êşê di rûdêmên hestwarîya wî de li xwe mukir dihat, li gel gellek dîmen, hilm,evîn û qêrînên kemkirî di berdewamîya trajedîyên mîtolojîk de yên vê gerdûnê; Ev jin navê wê Negeyar bû Hevjîna Sergei Ossifovic Parajanov bû.
Tarkovsky: Berî he tiştî tu mirovekî behremend î û ev pesindarî jî têra te nake, û mirovên behremend her dem bihêzin, tu jî tişta herî baş di gîyanê ava bike ji bo ku hêzê niha bi de te; Pêxember di welatê xwe de nayê pejirandin.
Jean-Luc Godard: Di perestgeha sînemayê de wêyne, ronahî û rastbînî hene û xwedîyê vê perestgehê jî Parajanov e.
Li gorî malpera IMDBê yê filmên wî ev in:
-1990 Khostovanank.
-1988 Kerib, der Spielmann.
-1986 ArabeskebiPirosmanistemaze (Documentary short).
-1985 Die Legende der FestungSuram.
-1980 Return to Life (Documentary short).
-1969 Die Farbe des Granatapfels.
-1967 HakobHovnatanyan(Short documentary).
-1966 KivskiFreski (Short).
-1965 Feuerpferde.
-1962 Tsvetoknakamne (as S. Parajanov).
-1961 Ukrainskayarapsodiya.
-1958 Pervyy paren.
-1957 Dumka (Short).
-1957 Natalya Uzhviy(Short).
-1957 Zolotyeruki (Documentary short).
-1954 Andriesh.
-1951 Moldovskayaskazka.
Jêder û çavkanî:
1-Malpera Aztag arabic.
3-Kovarên (El-Heyat El-Sînemaîye/ Jîyana Sînemyayê). Weşanên sazîya
sînemayê/ Wezareta Çandê ya Sûrîyeyê.
4-Elî Kamil. Malpera îlaf.
5-Svetlana Ayvanovna. nanê heram
6-Vasily Catania.Parajanov The price of the immortal feast.
Comments are closed.